Rojekê Diegoyê hêştir yê ku gelek xwînsar e, Ziggyê ku sê mafên daxwazê dide wî nas dike.
Lê Ziggy, piştî ku her du daxwazên Diego bi cih tîne hêzên wi diguhere.
De ka em berê xwe bidin serpêhatiyên van her du hevalên ecêb ku li çolê dijîn.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Gnoufên daketinin dinyayê, her tiştî bi awayekî nayê famkirin dixwazin biceribînin, fam bikin û tehm bikin.
Wê gavê hûn jî werin em bi hev re li van giyandarên cuda binêrin bê jiyana wan çawa ye!
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Eugene û robotê xwe yê bi navê C.H.I.P em vedixwînin dibistanên xwe yên teknolojîk…
Eugene, C.H.I.P û hevalên wan ji bo ku ji aloziyan rizgar bibin hêzên xwe ya xeyalê, teknolojî û jîrbûna C.H.I.P ya bêdawî bi kar tînin û serpêhatiyên fantastîk û bikelecan dijîn.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Mouk û Chavapa, hevalên hev in û bi bisiklêtên xwe dinyayê serobino dikin.
Ji Hong Kongê heta Newyorkê,
ji Brezîlyayê heta Madagaskar û Şîlîyê diçin, ma hûn jî naxwazin bi wan re bigerin?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Pipi, Pupu û Rosmary, ji bo ku Dê-Bav bibînin dest bi rêwîtiyekê dikin…
Ma qey hûn nizanin Dê-Bav kî ye?
De haydê, em serpêhatiyên wan ên fantastîk û komîk bi hev re kifş bikin!
Kîvroşkê me yê biçûk û meraqdar Milo, di her beşê de bi serpêhatiyên xwe yên cur be cur û bikêf dinyayê nas dike.
Gelo hûn jî dixwazin beşdarî van serpêhatiyên têra xwe meraqdar û balkêş yên Milo bibin?
We got erê?
Wê gavê de haydê em bi hev re temaşe bikin!
Hûn amade ne ku bi zarokekî Sîyûyî re macerabaziyê bikin? Yakari, bi wê jiyana xwe ya şên û xweş ku wê tevahiya zarokan xweziya xwe pê bînin, çermsorekî biçûk yê wêrek û camêr e. Ew bi hespê xwe yê bi navê Birûsko li wan çiya û baniyan ku mirov û ajel bi xêr û xweşî bi hev re dijîn û li gorî keş û hewa bar dikin ciyekî din, bi çargavî dibeze… Yakari, ji ber ku dikare bi heywan û ajelan re bipeyive, hînî awayê jiyana wan dibe…
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
(more…)
Gelî zarokan, werin bi hevalên xwe re, tevî Woozle&Pip bibin ku li Baxçeyê Sêhrdar macerayên xweş û hêcanbexş û afirîner encam didin.
Ew di dirêjiya vê rêwitiya xwe de, xatirê hev û jîngeha xwe digrin û dikin ku dê û bav û zarok aqil bigrin ji serpêhatiyên wan ên rengîn û newaze. Di jiyana wan de dostanî û xweşî, meraq û kişfkirin heye.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Heval bi her awayî û ji her derê tên. “Wanda û Fezayî” ku xwe li pirtûkên Sue Hendra yên herî zêde hatine firotin, digre, zincîreyeke anîmasyonê ya pêşdibistanê ye ku li ser meraq û dostaniya bêşert û merc e. Dema ew fezayiyê genc û bizdiyayî, bi roketa xwe li daristanê diqelibe, jiyana Wandayê ku kîvroşkeke biçûk e, balkeştir û rengîntir dibe. Ew dibin hevalên hev ên herî baş piştî ku bîstekê di erê-nayê de dimînin…
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Trotro ku şûm û şên e, çawa ku keysa wî lê tê, ji xwe re kêf dike.
Ew ne bi ser û ber e, lê ji xeyalkirinê re jêhatî ye. Trotro ku wê bibe delalê ber dilê zarokan, qehremanekî baş û xwînşêrîn e. Trotro, kerekî biçûk ku mêjiyê wî tijî fikr û aqil e.. Werin em bi hevre temaşe bikin!
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Bikevin nav jiyaneke newaze û sihêrdar ku her rojeke wê mentiq û jiadetderbûnê digihîne hev. Kula dilê Tom ku navê xwe daye fîlm, qetek nan e ku rîçala tûfirengiyan û hingiv li ser e. Tom çalak û cansivik e, ji lewma li ciyê xwe rûnane û hêvî nake ku qetek nanê bi rîçal û hingiv bifire, bikeve devê wî; ew bi xwe dest hiltîne. Ew bi ger dikeve û serê carê aqilek tê wî ku dike ew berê xwe bide macerayeke nû…
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Tom û Jerry ku dê û bavên me di zarokatiya xwe de bi kêfxweşî lê temaşe dikir, niha jî wê bibe yek ji wan fîlman ku emê herî zêde jê hez bikin. Em baş dizanin ku wê dê û bavê me jî bi me re lê temaşe bikin û bi vî rengî wê dema ku emê bi hev re biborînin wê zêdetir be. Tom û Jerry ku qehremanên şêrîn in ku her devjeniyê dikin û bela xwe di hev didin. Ew hertim bi hev re dilîzin, carna Tom bi ser dixe carna jî Jerry bi ser dixe.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Di vî fîlmî de sê bira hene ku çi ji wan tê dikin ji bo bibin hevalên mirovan. Lê ev yek qet ne hêsan e çima ku ew hirç in. Di vî fîlmî de sê qehremanê me hene. Yek Bozo ye, mezinê birayan e û rihê wî di kêfkirinê de ye. Yek Beleko ye, şermoke ye û rihê wî di medyaya sosyal de ye. Yê din jî Sîso ye ku biçûkê hirçan e, lê xurt û bêdeng e. Erêê rast e, dibe ku zehmet be ev her sê hirç bêne ba hev, lê hevaltiya wan heta bê bes xurt û qewî ye.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Hareport, zincîreyeke komedî-aksîyon ya bi tempo ye ku ajel tevde tê de difirin; heta bigihê hespaviyan jî. Ned û Fredê kîvroşkên bira jî dikarin bifirin, lê ew maqûlî û giranî bi wan re nîn e ku bi pirê kesan re heye. Ew dibin xetere ji esman re û wan hay ji vê yekê jî heye; nexasim Ned ku zarokekî netebitî û nehs e. Îca ew wî karî dikin ku dikarin li pey karê xwe herî baş bikin û biryar didin ku balefirgehekê bi rê ve bibin.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
De ka werin em bi hev re bizanin ku Toby û hevalbendên wî çawa dikin ku tiştên nebûyî pêkbînin. Ev sîrka gerok wê bi macerayên xwe bike ku dilê me bike gurpegurp. Toby û hevkarên wî, wê di her xelekeke fîlm de şowên ji hev xweştir pêşkêş bikin. Bi kurt û kurmancî, Toby û hevalbendên wî cardî nîşanî me didin heke em ji xwe piştrast bin û bibin hevalbend, emê her bi ser bikevin û tu kes nikare bi me.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Hûn jî tevî wan ger û geştên Tintin yên ecêb û ji adetê der bibin ku tijî raz û sirrên nedîtî û wan talûkeyan in ku wê dilê we ji tirs û hêcanê bike kutekut. Nûçegihanê genc û wêrek Tintin û kûçikê wî yê dilsoz Qirincok, ji bo ku sirr û raza bûyeran eşkere bikin û heqî û neheqiyê diyar bikin, xwe ji mirinê nadin alî û ji Tîbetê bigre heta ser heyvê û ji Misirê bigre heta kûrahiya deryayan li çaraliyê dinyayê digerin, ma hûn jî bi wan re nagerin heyran?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Ev bername ji 77 beşan pêk tê û di vê bernameyê de aksîyon û honakên zanistî cih digirin û
tê de qala serboriyên zanyarekî biçûk ê bi navê Dexter tê kirin.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Çîrokên Ezop ku binyada wan digihêje berî vê bi 2000 salan, hin ji çîrokên herî kevn û navdar yên dinyayê ne. Niha ev çîrokên xweş bi anîmasyonên zincîreyî dîsa li dar dikevin. Aesop ku gurekî dilovan î xwînşêrîn e, pêşengê komeke şanoyê ya gerok e. Ew, tevî hevalbendên xwe bajar bi bajar digere û lîstikan dinivîse, derhêneriya wan dike û dawiyê jî pêşkeş dike. Endamên din yên komê Presyê roviyê nivîskar (roviyê gotinbêj) e, hin berazên netebitî û kîvroşekî dijwar î bi navê Libbit e… Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Li ser çîrokeke sêhrîn û razdar tê sêwirandin û bi tevahî ji 52 beşan pêk tê.
Ezmanê ku her gav di xeyalên zarokan de ye îcar bûye qada wan.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Va ye lehengên me yên bi tenê para zarokên baş: Şînok…
Ev lehengên me li cihên veşartî yên daristanan dijîn û li hember dijminê xwe yê mezin Gargamel lîstikên komîk û bicoş pêk tînin. Carinan dikevin dafikên wî jî, lê belê ew pir ji hev hez dikin û jê xilas dibin. … tu ji wan kîjan î?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!