Category: Xêzefîlm

Girê Olobob
Girê Olobob

Gelo hûn amade ne ku hevalên me yên nû nas bikin? Tib û Lalloo û Bobble li daristaneke bêserî û bêbinî dijîn. Ew hertim li dû tiştine nû digerin. Di her xelekeke fîlm de karakterekî nû tevî kêf û şahiya Olobob dibe. Îca hevalên me şikl û reng û çîn û neqşina digihînin hev da ku vî karaterê nû biafirînin. Ew bi hev re dixebtin û dikin ku gotinbêjekî ji dil û can xema wan bixwe û ji bo wan bifikire. Îca emê jî gelek kêf bikin gava me lê temaşe kir. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Nexweşxaneya Serê Gir
Nexweşxaneya Serê Gir

Ji kenînê xweştir derman nîn e! Li Nexweşxaneya Serê Gir, xebatkar jî nexweş jî ajel in… Serwîsa Acîl, wekî baxçeyekî rastîn yê ajelan xuya dike! Li vê nexweşxaneyê ku hem bûyerên komîk, hem jî nexweş têne serê xebatkaran, hûn qet aciz nabin.. Di wê demê de ku kefûlefta nexweşxane ye û her hawara nexweşan e, zarok fêm dikin ku derman û çareya herî baş kenîn bi xwe ye.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Nanber
Nanber

Sway Sway û Buhdeuce du şîrik in ku debara xwe bi nanberiyê dikin. Ev du werdekên dînoke û ji adetê der, bi qemyoneta xwe ya roketî golê li hev didin û nên belav dikin li herkesî. Ew hey dixebitin, lê ew hey xwe ji kêf û şahiyê jî nahêlin. Îca divê ew hay ji dûvika xwe jî hebin, ji ber ku ew hûtên li pey wan in, hema ji nişkê ve di wan derdikevin. Karê wan çiqas dijwar be jî, çiqas asteng di wan derkevin jî, xema wan her ew e ku nanê xwe belav bikin bêyî ku kurtêlek jê bimîne. Hay ji xwe dûvika xwe hebin, tu carî dev ji xwe bernedin. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Mêşhingiv Maya
Mêşhingiv Maya

Lehenga vî xêzefîlmê me Maya ye. Maya mêşhingiveke bi coş û peroş, hinekî jî şûm e. Maya tevî hevalê xwe yê canecan; Willy macerabaziyê dike. Hevalê wê Wîlly hinekî tirsonek, her tim birçî û westayî ye, lê belê dîsa jî her tim li dûv Maya diçe. Her wiha divê em kuliyê bîrbir Philip ku wan ji hemû xetereyan rizgar dike ji bîr nekin, dê kêfa wî gelekî ji we re were.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Mala Periyan
Mala Periyan

Ev fîlmkartonê me ye ji adetê der û heyecanbeş û bi çoş û xiroş, macera û serpêhatiyên Timmy Turnerê 10 salî û merivên wî yên sihêrdar raber dike. Cosmo û Wanda dikin ku bêkêrî û tewşikiyên Timmy û dersên wî yên zor, bi xirecir û wan mirazan ku bi wî didin xwestin, çareser bikin. Tevî hemû sihêrbendî û çareseriyan, ev qehremanên me yên nefsmezin ku dibêjin “em kil bikin lê kor dikin”, her tiştî li hev bin guhê hev dixin.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Mala Fosterê
Mala Fosterê

Ev rêzika ku ji 79 beşan pêk tê li ser hevalên xeyalî hatiye sêwirandin.

Ev bername dê zêdetir bala zarokên di serdema egosentrîk de bikêşe.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Louie
Louie

Îca kula dilê we hertim ew bû ku hûn rojekê bi ser giravekê ve-bibin û biçin ser heyvê.. Gelo hûn dixwazin qayişkêşanê bi erebeyan bikin û bi wê hirçekê re bipeyivin ku hevaleke canecan e? Ne xem e! Ew xema Louie ye ku her tişt jê tê û lê tê! Hûnê bi alîkariya Louie û Yoko bi kêfxweşî hînî xêzkirin û wêneçêkirinê bibin!
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Hespikê Avê
Hespikê Avê

Ev fîlm, serborî û macerayên malbata Hippo, nexasim yên Hespikê Avê ku biçûkê malê ye, pêşkeş dike.
Ka em bi hev re li macerayên Hespikê Avê temaşe bikin, we go erê? Hespikê Avê ku di her beşekê de derd û belayek lê diqewime, wan bi awayê xwe safî û çareser dike. Ka em lê binêrin bê ew çiqas jêhatî ye..
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Garfield
Garfield

Ew û her ew e!
Garfield, pisîkekî çinaq yê tiral û xweperest û qelew û tirincî ye ku kula dilê wî ew e ku bêhna xwe vede û ji xwe re razê, li telewîzyonê binêre û ji xwe re kêf bike…Ma hûn jî bi wî re kêfa ser kêfê nakin?

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Daristana Gulbihar
Daristana Gulbihar

Ev rêzik jî ji 52 beşan pêk tê û der barê têkiliyên hevaltiyê de ye.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Darbirên Hêrsok
Darbirên Hêrsok

“Darbirên Hêrsok” anîmasyoneke destkir e ku li ser Norbert û Daggetê du birayên dînoke ye ku hem ji hev hez dikin hem jî hez dikin şerê hev bikin. Gelo hûn amade ne ku di her beşekê de bi ser rê û rêbarên asê û dijwar yên hezkirineke birayane ve-bibin. Ev her du heval (ku keysa wan li hev tê her du neyar) ku dikin bêyî hev dîn bikin, bi hev re biqedînin, me jî dixwazin ku em li serpêhatî û macerayên wan temaşe bikin. De em jê nemînin û wan binasin… Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Corneil û Bernie
Corneil û Bernie

Bernie xortekî şên e. Ew li Corneilê kûçik miqate dibe ku jîriyeke wî ya taybet heye. Corneil bi rast jî dikare bi çend zimanan bipeyive, bi lez bixwîne û bi leza ronahiyê hesaban bike. Dawiyê ew biryar dide ku hunerên xwe ji kesî re aşkera neke da nebe kûçikekî laboratûaran. Dema xwediyên Corneil, Bernie wekî kûçikvanekî radigirin, jiyana Corneil ji binî de diguhere. Ji ber ku Bernie, bi sirr û raza Corneil dihese. Dawiyê ew dibin nal û bizmar û bêyî hev debar nakin. Hûnê jî bêyî wan debar nekin! Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Cedric
Cedric

Serborî û macerayên Cedric û malbat û dibistana wî. Dema tu 8 salî be her roj macerayek e! Ew qehremanê ber dilê tevahiya zarokan e û her wiha şên û diltenik û xemxur e… Zor e, gelek zor e ku tu li nav mamosteyan û malbateke meraqdar û li nav hevalên çavsor û keçmeteke xirab û dilketiyeke cirnexweş bibî zarok… Cedric bi xwe nikare û bi zorê bêhna xwe fireh radigire. Ya baş ew e ku, bapîrê wî her li ba wî û pişta wî ye. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Bugged
Bugged

Murphy bi rê dikeve ku Puckê Kêzik ji destê çavsor û zordestan xelas bike. Macerayên di rê de biqewimin wê bi dilê Murphy bin.Îca neyarekî Murphy heye ku gelek mezin û belakir e. Ew jî Jackê Nêçîrvan e. Ka em bi hev re temaşe bikin bê Murphy wê bikaribe Puck xelas bike an na?

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Billy û Buddy
Billy û Buddy

Serê Billyê şên û şûm û kûçikê wî her di belayê de ye!

Billy û Buddy bizot in û her bi coş û xiroş in. Ma kî pê dizane ku macera û serboriyên wan yên sibêroj wê wan bi ku ve bibe?

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Beqên Şopger
Beqên Şopger

Ev bernameya ku ji 26 beşan pêk tê, zarokan ji cîhana rasteqîn dibe alema fantastîk.

Macerayên heşt beqan di daristaneke bisêhr de tê vegotin ku bi vê yekê dixwaze sînorên xeyalên zarokan fireh bike.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Baxçeyê Ajalan
Baxçeyê Ajalan

Çîrokên aqilmendan ji deşt û çiya û baniyan.. Lucy keçeke biçûk e û li Baxçeyê Ajalan dijî ku deriyekî wê baxçeyekî ajelan yê deverî ye.Lucy, her şev diçe ba wan ajelan ku ji dil û can dixwazin macera û serpêhatiyên xwe ji wê re bêjin. Îca gelo hûn amade ne ku di her beşekê de ajel û heywanekî nû û şên nas bikin?

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Bajarokê Mirîşkan
Bajarokê Mirîşkan

Her roj ew hêkeke mezin dikin û xwe ji qesebekî çavsor xilas dikin. Zînoyê dîk ku sersar e lê xwînşêrîn e, li navenda bajarekî mezin, bi strana “Push Lay” nav di çar mirîşkên xwe dide û wan sor dike ku hêkên mezin bikin. Polly a çavsor ku xwediya malê ye, gefan li wan dixwe û dibêje, heke ew her roj di wexta xwe de hêkan nekin, ewê wan bide wî qesebî ku cîranê wan e. Îca ew rûdan û bûyerên nû ku bivê nevê diqewimin, dikin ku qehremanê me ku hem direqisin û hem hêkên xwe dikin, ji karê xwe bimînin. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Avatar
Avatar

Av, Ax, Agir û Hewa. Hertenê Avatar dikarîbû zora van herçar elementan bibe û nehêle Neteweya Agir ya çavsor dinyayê dagir bike. Lê mixabin ew ji navê winda bû di wê demê de ku dinya herî zêde hewceyî wî bû. Di wê demê de ku êdî kesî hêvî nedikir ku dawî li vê malwêraniyê were, zarokekî ecêb yê bi navê Aang hêvî dîsa geş kirin. Kataraya hewabaz û Sokkayê birayê wê ev zarokê ecêb dîtibûn. Katara û birayê wê bi ser Hoza Avê ve bûn ku li Cemsera Başûr têkoşîna man û nemanê dimeşand. Aang, ya rast Avatar bi xwe ye û ji nijada Avbazan e ku hema bêje sed sal in nediyar e. Tew ew her diwazdeh salî ye.  Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Astroblast
Astroblast

Ma hûnê ji vê maceraya li fezayê bimînin? Ka werin hûn jî tev li wê bin! Koma herî baş ya galaksiyê ku ji Comet û Halley û Sputnik û Radar û Jet û Frosty Star pêktê, amade ye me hînî tiştên gelek nû bike. Ev koma me ku bi hevalbendiya xwe herkesî ji xwe re dihêle hijmekar, baş pê dizane ku ew naşibe kesî û ciyawaz e. Malbata Astroblast kesên cihê û ciyawaz dihewîne. Koma me ku di her xelekeke fîlm de hevaline nû ji xwe re peyda dike, cardî fêm dike ku hevalbendî û hevkarî tiştekî çawa xweştir dike. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!