Pirsên Azad…
Hevalino, Azad bi pirsên rojane lê bi xeyalên bêsînor li benda we ye.
Di her beşê da cîhaneka nû, ramaneka nû û macerayeka cuda heye!
Werin, em bi Pirsên Azad sînorên zanistê nas bikin.
Berfîn Mezin Dibe…
Hevalino, hevaleka me ya nû çêbû: Berfîn!
Bi çavên wê yên meraqdar, her roj dibe serpêhatîyeka biçûk û şîrîn.
Di her beşê da Berfîn tiştekî nû hîn dibe û em jî bi wê ra…
Şînok…
Gundekî ji kuvarkan, gundîyên şîn û serpêhatîyên şîrîn!
Şînok îsal jî tên pêşberî we, gelî bîneran.
Gargamel çiqasî li xirabîya wan bifikire, ewqasî dibe qirdik; û hêza herî mezin ya Şînokan hevaltî, hevkarî û parvekirin e.
The Woohoos…
Hevalên meraqdar, pirsên we li vir bersivên xwe dibînin: kî, kengê, çawa, li ku derê?
Bi vî xêzefîlmî, hevalên me zêde dibin û em dinyayê baştir nas dikin.
De rabin, em ji bo hevalên nû bidin pey Wûhûyan!
Otobusa Bisêr…
Hevalino, otobusa me amade ye û li benda we ye, dereng nemînin!
Lîstik, serpêhatî û zanist li ku derê bin, otobusa me diçe wê derê.
Di vê otobusê da, cihê her kesî heye û bilêtên wê li ser ekrana Zarok TV ye.
Zûka!
Çenteyên xwe yên serpêhatîyan amade bikin!
Bajarê Rengan Yê Charlie…
Hevalino, fikirên nû tu carî ji Charlie kêm nabin; her fikir li cem wî vediguhere serpêhatî û tecrubeyeka nû.
Bi rengan, bi şeklan, bi xeyalan: cîhana Charlie her roj ji nû ve tê afirandin.
Hûn jî tev li serpêhatîyê bibin û hem hîn bibin hem dilxweş bibin!
Bajarê Atoman…
Hûn amade ne ku em atomên kêfxweşîyê keşif bikin?
Li Bajarê Atoman her keşif vediguhere hevaltî, karbeşî û hevkarîyê.
Werin, em jî tev li vê macerayê bibin û jîyanê bi elementan birengînin!
Peg û Pisîk…
Hevalino, her problem çareserîyekê dixwaze!
Gava ku tişt tevlihev dibin, Peg û hevalê wê Pisîk, bi alîkarîya hejmar û şeklan çareyên balkêş dibînin.
Li gel Peg û Pisîk, hûn dê bibînin ku matematîk çiqasî xweş e.
Werin, em bi hev ra bêhneka kûr bistînin û çareserîyan biafirînin!
Taxa Danielê Piling…
Hevalino, hûn amade bin, em dê bi hev ra hestên xwe nas bikin…
Belê, em di her beşê da, bi Daniel ra fêr dibin ku em dê çawa bi hestên xwe ra rûbirû bibin û wan parve bikin.
Ka nêz werin: em bi stranên xweş, hevaltîya xwe xurt bikin û li taxa Daniel kêf bikin!
Werin em li laboratiwarekê rêwîtîya zanistê bikin. Di vê rêwîtîyê da em ne bi tenê ne;
Du hevalên din bi me ra ne: Nokek û Fasûlîyek! Navê her duyan jî “YEK” e.
Ka em binêrin bê di vê laboratiwarê da çi li benda me û hevalên me ye.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Vaye Super Sema li pêşberî we ye!
Ew lehengeka super e ku xeyalên xwe pêk tîne û ji teknolojîyê gelekî hez dike.
Sema, hertim amade ye ku bi fikreka nû dinyayê biguhere.
Ka hûn jî amade ne?!
Ew pisîkê tiral ku ruhê wî di lazanyayê da ye, lêbelê ruhê wî ji duşeman diçe;
Ango Garfield, vedigere!
Garfield, xwedîyê wî Jon û dostê wî yê şîrîn Odie, bi serpêhatîyên bikêf û bitam tên ser ekranên Zarok TVyê.
Derdê wî bi tenê xwarin e lê tiştên ku tên serê wî dê we pir bikenînin.
Hevaltî, lîstik, kêf û şahîya bêsînor…
Em dê bi Ella Bella û hevalên wê ra di her beşê da berê xwe bidin çîrokeka nû,
û bi hev ra parvekirin û dostanîyê hîn bibin.
Ella Bella Bîngo, dê bi beşên xwe yên mişt surprîz li ser ekranên me be.
Amade bin!
Crackê û çûçikên xwe, li ser ekranên Zarok TVyê cihê xwe digirin!
Di her beşekê da serpêhatîyeka nû…
Di van serpêhatîyan da aksîyon, lebat û tevger bi dawî nabe û hertim ken û şahî bi ser dikeve.
Dahênerê herî ecêb yê dinyayê Doktor Contraptûs tê pêşberî we!
Doktorê me, her roj îcadên nû û pir balkêş çêdike.
Alîkarê wî yê xewar lê têra xwe şîrîn Basîl jî pêwîst e ku van îcadan biceribîne.
Di van serpêhatîyan da kêf û xisarokîyeka zêde li benda we ne.
Matematîkê ti caran kêfeka ewqasî mezin nedabû!
Em dê bi hevalên xwe yên cinawir ra hînî matematîkê bibin.
Bi her wezîfeya wan ya nû,
em dê jî hem kêfê bikin hem jî têkevin nava dinyaya matematîkê.
Bajarekî xeyal bikin ku her tiştê wî ji kaxezan hatîye çêkirin.
Li vê derê sînorê afirînerîyê tune ye!
Bibire, bipêçe, bi hev bizeliqîne û xeyalên xwe pêk bîne!
Li “Bajarê Kaxezî” her tişt pêkan e!
Li dinyaya ecêb û rengîn ya Rojînê her tişt mimkin e.
Hemû tiştên ku hûn dizanin serûbin dibin, asta kêfê hildifire!
Serpêhatîyên Rojînê yên wekî xewnan dê her kesî bibehitînin û bikenînin.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Em vê carê dibin şahidê mêşê ciwan Lloydê ku hewl dide ku di cîhana kêzikan da sax bimîne û mezin bibe.
Lloydê xisarok û bimeraq, bi hevalên xwe Abacus û PB ra, her roj dikeve nava bûyereka nû.
Ev xêzefîlmê mişt ken û kêf û serpêhatî, temaşevanan dibe cîhaneka bi mezinîya kêzikan.
Hûn ji bo serpêhatîyên kûçikê şîrîn Duggee û hevalên wî yên biçûk amade ne?
Em dê li Kluba Simoreyan, her beşê çalakîyeka nû kifş bikin û kêfeka mezin bikin! Ev cîhana rengîn ku tijî xebata bi tîmî, hevaltî û xeyelan e her gav tijî surprîz e.
Ka werin em bi hev ra vê cîhanê kifş bikin û xelatên newaze yên Dugge bi dest bixin!



















