Category: Xêzefîlm

Flapjack
Flapjack

Flapjack, kurikekî xwînşêrîn e ku nehengeke bi zar û ziman ew mezin kiriye. Piştî ew Qeptan Movik nas dike, xirecir û teşqele kêm nabe di jiyana wî de. Qeptan Movik, ji Flapjack re her û her qala serpêhatî û macerayên li nav deryayên bêserî û bêbinî dike. Îca Flapjack, bi Qeptan Movik û Bubbie’ya neheng re berê xwe dide macerayan. Ew bi hev re li Girava Şekir digerin ku hemû şekirên li wir bixwin. Lê di vê navê de gelek tişt tê serê wan li Bendera Bageran. Ka werin em bi hev re li macerayên Flapjack temaşe bikin di Zarok Tvyê de. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Gumball
Gumball

Navê qehremanê me Gumball e; Darwînê hevalê wî yê canecan û zirbirayê wî û Anais’a xwîşka wî ya zîrek her li dû Darwîn in, lê nayê zanîn bê çima, çi ji wî tê dike ji bo ku bela xwe di wan bide. Jixwe li Elmoreyê jî bi têra xwe teşqele û xirecir hene ji bo tu bela xwe di yekî bidî. Nicole’a diya Gumball ku xebatkar e û Richard Wattersonê bavê wî ku ji wê piçek kêm xebatkartir e, tiştek ji destê wan nayê û hema bi ecêbmayî li Gumball dinêrin. Tev di Zarok Tvyê de ne. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Shaûnê Kavir
Shaûnê Kavir

Shaunê Kavir, me hemûyan dixwaze mal û çewlika xwe. Shaun ku kavirekî jîr û ji adetê der e, tevî hevalên xwe li çewlikeke biçûk dimîne. Di her xelekeke fîlm de ew dikin ku jiyana xwe ya nexweş û adetî şên û xweş bikin, lê dawiyê wekî reveke xweş û bikêf lê tê. Bi kurt û kurmancî kêfûşahî û teşqele qet naqedin li mal û çewlika Shaunê me. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Bi Timmy Re Wexta Fêrbûnê
Bi Timmy Re Wexta Fêrbûnê

Tîmmy û hevalên xwe bi hev re dixebitin û yek bi yek astengiyan derbas dikin. Di tevahiya beşan de em dibînin ku divê Tîmmy û hevalên xwe parvekirin, hevaltî û çewtiyên xwe hîn dibin.

Tîmmy û hevalên xwe bi beşên nû bi me re ne! Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Çîrokên Du Deqeyî
Çîrokên Du Deqeyî

Çîrokên Du Deqeyî, çîrokên klasîk bi awayekî nû û afirîner ji nû ve vedibêje.

Hestên meraq û şaşwaziyê di nava hev de dide hestkirin. De haydê, em bi hev re bidin dû çîrokan!

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Mam Bapîr
Mam Bapîr

Mam Bapîr û hevalbendên wî li vir in da ku heta bê bes kêf bikin ji xwe re. Mam Bapîr hem mamê hem jî bapîrê hemû dinyayê ye. Ew ji xwe re digere û alî zarokan dike û bi vî awayî jiyana wan diguherîne heta hetayê. Li macerayên ecêb xweş yê vê komê temaşe bike ku ji Birêz Gus, Pizza Steve, Pilinga Firok a Rastîn a Hût û ji Çenteya Newqê pêk tê. Mam Bapîr di Zarok TVyê de ye. Her temaşe ke! Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Brendaya Zîrek
Brendaya Zîrek

Brendeya hêja… Heta hûn bêjin meraqdar û lêkolîner e…

Her tiştên ku hîn bûye, dixwaze bi me re parve bike. Ka bi hev re lê binêrin bê çi hîn bûye?

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Hevalê Min Meymûn
Hevalê Min Meymûn

Navê qehremanê me Adam Şêr e û 12 salî ye.

Îca ecêba ser ecêban; navê qehremanê me di formekê de, bi xeletî wekî “şêr” tê nivîsandin, ji lewma wî li dibistana baxçeyê ajelan dinivîsînin.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Fîksiyona Zanistî
Fîksiyona Zanistî

Ku dinya gilover be, nexwe em çawa dikarin li ser lingan bimînin?

Di du deqeyan de em dikarin gelek tiştan li ser gerdûnê hîn bibin.

Ev jî fersendeke gelek baş e. De haydê! Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Hejmarblok
Hejmarblok

Matematîk, tu carî ew qas bi kêf nebûbû…

Hejmar, ew qas jî ne tirsnak in…Hadê, em bi hev re hejmaran hîn bibin…

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Munky û Trunk
Munky û Trunk

Mûnky û Trûnk bi hev re xweşiyên daristana lê dijîn kifş dikin…

Her tiştî bi hev re dikin û gelek kêfxweş dibin. Di vê rêwîtiyê de em jî dikarin hevaltiya bikin.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Mejiyê Qerisî
Mejiyê Qerisî

Li gorî we, tav ew ê kengî dev ji ronahiya xwe berde? Baş e, stêrk çima ew qas dibiriqin?

Û hîn gelek pirsên din hene, ne? Em dikarin bersivên van pirsan di Mejiyê Qerisî de bibînin…

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Dema Timmy
Dema Timmy

Timmy û hevalên wî, nîşanî me didin bê emê çawa bi hevkarî û hevalbendiyê heq ji tengasî û derd û teşqeleyan derkevin. Di tevahiya fîlm de em fêm dikin ku Timmy û hevalên wî mecbûr in hînî lihevparkirin û hevalpeydakirin û qebûlkirina xeletiyên xwe bibin. Di her xelekekê de Timmy û hevalên wî -dema Harriet û Osbournê kund li dû wan in- berê xwe didin macerayan û hêvî dikin em jî tevî wan bibin. Ma em jî tevî wan nebin, we go çi? Heçê berê gula zerê! Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Wussywat
Wussywat

Ev jî hevala me ya nû Wussywat e… Jê re nebêjin, lê pisîkeke gelek xesarok e!

Hadê em jî hevaltiya wan bikin û beşdarî serboriyên wan bibin!.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Masha û Hirço
Masha û Hirço

Maşa, bi nerehetiyên xwe dev ji Hirço bernade.

Hirço jî ji ber ku gelek ji Maşa hez dike, ji bo wê kêfxweş bike her tiştî dike.

Hûn dikarin danasîna Masha û Hirço li vir temaşe bikin!

Pînik
Pînik

Lîço û Qoqo, Nequrê û Elo û Qazê bi xêr û xweşî li Pînikê dimînin heta Singestar ku derdê wî acizkirina wan e, bela xwe di wan nede.

Rojekê Singestar ku li wî aliyê daristanê dimîne, tê Pînikê ku van hevalên me yên şêrîn bitirsîne. Lê Lîço gelek wêrek e; vê yekê jê re nahêle! Îca tev bi hev re dest hildidin û li ber Singestar radibin.

Di navê de gelek teşqele û xirecir diqewimin û Singestar gelek poşman dibe ji ber ku bela xwe di Pînikê daye.

Hûn dikarin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin.

Nikil û Gewez
Nikil û Gewez

Nikilê qehremanê me ku kone û nehs û netebitî ye, wan mamik û nezanokan ku em hemû kêm-zêde pê dizanin, ji Gevez dipirse ku hinek tiral e hinek jî zêde xwe naêşîne.

Erê ew hertim li ber hev didin û devjeniyê dikin, lê hevaltiya wan ya baş jî her xwe diyar dike. Di her beşekê de hûnê ji kena zikopişto bibin. Heval û dê û bavên hêja, aliyê herî baş yê vî fîlmê me ew e ku ew xwerû yê me ye anko xwemalî ye.

Ka em binêrîn bê hûnê jî bi qasî me kêf bikin gava hûn lê temaşe bikin?

Hûn dikarin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin.

Pîya
Pîya

Li daristanekê pênc ajel ku navê wan Gimgim, Zinka, Lotê, Pîno û Simorê ye bi hev re dijîn bêyî qayişkêşaneke dijwar hebe di navbera wan de.

Heroj bela û teşqele têne serê wan. Lê ew ji hev hez dikin û her pişta hev digrin , ji lewma serî bi van teşqele û belayan re dikin der.

Îca ew bi vî awayî cardî nîşanî me didin bê emê çawa heq ji nexweşî û tengasî û belayan derkevin heke em pişta hev bigrin.

Hûn dikarin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin.

Celo û Darkutok
Celo û Darkutok

Va ye li hemberî we qehremanêkî nû; Celooooo! 🙂

Celoyê me difire, aqrobatiyê dike, aşvan e, şanoger e û carina jî astronot e!

Lê Celo, her ku tev dide, xirabtir dibe.

Hûn dikarin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin.