| RÊZA WEŞANÊ | Bername |
|---|---|
|
Lloydê MêşNiha Di Weşanê De! - 13:05 - 13:17Em vê carê dibin şahidê mêşê ciwan Lloydê ku hewl dide ku di cîhana kêzikan da sax bimîne û mezin bibe. Lloydê xisarok û bimeraq, bi hevalên xwe Abacus û PB ra, her roj dikeve nava bûyereka nû. Ev xêzefîlmê mişt ken û kêf û serpêhatî, temaşevanan dibe cîhaneka bi mezinîya kêzikan. |
|
Lîstik û Kolan13:25 - 13:30Ma bê lîstik dibe?! Naa, ew ne mimkin e! Her wekî ku hûn jî dizanin ji bo lîstinê cihê herî xweş derveyê malê, kuçe û kolan in! Bernameya “Lîstik û Kolan” di her beşekê da bi lîstikeka nû û newaze me derdixe kolanan. Jê nemînin! |
|
Balindeyên Hêrsok13:35 - 13:47Yek ji lîstikên ku di dîrokê da herî zêde jê hatîye hezkirin “Balindeyên Hêrsok”, vê carê bi hemû karakterên xwe û serpêhatîyên xwe bi xêzefîlmî di televîzyona me da tê pêşberî we! Lehengên me yên balinde, li dijî Piggyyên ku demeka dirêj hikum li vê cîhana tijî surprîz dikin, têkoşîna xwe dikin. Werin em bi hev ra temaşe bikin! |
|
Rojeka Jîyar13:50 - 13:59Hûn ji gerê hez dikin? Erêê çawa! Ma kî jê hez nake?! Hevalê me Jîyar rahiştîye kameraya Zarok TVyê û li welatî digere. Li her derê çîrokek û macerayeka nû heye. “Rojeka Jîyar” bi cih û warên curbicur bi me ra ye. |

