Kategorî: Xêzefîlm

Hirçokên Me
Hirçokên Me

Di vî fîlmî de sê bira hene ku çi ji wan tê dikin ji bo bibin hevalên mirovan. Lê ev yek qet ne hêsan e çima ku ew hirç in. Di vî fîlmî de sê qehremanê me hene. Yek Bozo ye, mezinê birayan e û rihê wî di kêfkirinê de ye. Yek Beleko ye, şermoke ye û rihê wî di medyaya sosyal de ye. Yê din jî Sîso ye ku biçûkê hirçan e, lê xurt û bêdeng e. Erêê rast e, dibe ku zehmet be ev her sê hirç bêne ba hev, lê hevaltiya wan heta bê bes xurt û qewî ye.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Hareport
Hareport

Hareport, zincîreyeke komedî-aksîyon ya bi tempo ye ku ajel tevde tê de difirin; heta bigihê hespaviyan jî. Ned û Fredê kîvroşkên bira jî dikarin bifirin, lê ew maqûlî û giranî bi wan re nîn e ku bi pirê kesan re heye. Ew dibin xetere ji esman re û wan hay ji vê yekê jî heye; nexasim Ned ku zarokekî netebitî û nehs e. Îca ew wî karî dikin ku dikarin li pey karê xwe herî baş bikin û biryar didin ku balefirgehekê bi rê ve bibin.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Sîrka Gerok a Tobby
Sîrka Gerok a Tobby

De ka werin em bi hev re bizanin ku Toby û hevalbendên wî çawa dikin ku tiştên nebûyî pêkbînin. Ev sîrka gerok wê bi macerayên xwe bike ku dilê me bike gurpegurp. Toby û hevkarên wî, wê di her xelekeke fîlm de şowên ji hev xweştir pêşkêş bikin. Bi kurt û kurmancî, Toby û hevalbendên wî cardî nîşanî me didin heke em ji xwe piştrast bin û bibin hevalbend, emê her bi ser bikevin û tu kes nikare bi me.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Tintin
Tintin

Hûn jî tevî wan ger û geştên Tintin yên ecêb û ji adetê der bibin ku tijî raz û sirrên nedîtî û wan talûkeyan in ku wê dilê we ji tirs û hêcanê bike kutekut. Nûçegihanê genc û wêrek Tintin û kûçikê wî yê dilsoz Qirincok, ji bo ku sirr û raza bûyeran eşkere bikin û heqî û neheqiyê diyar bikin, xwe ji mirinê nadin alî û ji Tîbetê bigre heta ser heyvê û ji Misirê bigre heta kûrahiya deryayan li çaraliyê dinyayê digerin, ma hûn jî bi wan re nagerin heyran?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Taqîgeha Dexter
Taqîgeha Dexter

Ev bername ji 77 beşan pêk tê û di vê bernameyê de aksîyon û honakên zanistî cih digirin û

tê de qala serboriyên zanyarekî biçûk ê bi navê Dexter tê kirin.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Şanoya Ezopê
Şanoya Ezopê

Çîrokên Ezop ku binyada wan digihêje berî vê bi 2000 salan, hin ji çîrokên herî kevn û navdar yên dinyayê ne. Niha ev çîrokên xweş bi anîmasyonên zincîreyî dîsa li dar dikevin. Aesop ku gurekî dilovan î xwînşêrîn e, pêşengê komeke şanoyê ya gerok e. Ew, tevî hevalbendên xwe bajar bi bajar digere û lîstikan dinivîse, derhêneriya wan dike û dawiyê jî pêşkeş dike. Endamên din yên komê Presyê roviyê nivîskar (roviyê gotinbêj) e, hin berazên netebitî û kîvroşekî dijwar î bi navê Libbit e… Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Stêrka Laura
Stêrka Laura

Li ser çîrokeke sêhrîn û razdar tê sêwirandin û bi tevahî ji 52 beşan pêk tê.

Ezmanê ku her gav di xeyalên zarokan de ye îcar bûye qada wan.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Şînok
Şînok

Va ye lehengên me yên bi tenê para zarokên baş: Şînok…
Ev lehengên me li cihên veşartî yên daristanan dijîn û li hember dijminê xwe yê mezin Gargamel lîstikên komîk û bicoş pêk tînin. Carinan dikevin dafikên wî jî, lê belê ew pir ji hev hez dikin û jê xilas dibin. … tu ji wan kîjan î?

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Sifinc Bob
Sifinc Bob

Sifinc Bob û hevalên wî Patrick, Squiward, Kewjal, Sandy û Plankton bi hev re di nav okyanûsa mezin de, li bajarokê Bîkîniyê ku di bin girava Bîkîniyê de ye, dijîn.

Ka werin em jî tevlî macerayên wan bibin!

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Road Runner
Road Runner

Road Runner hey direve, Coyote hey bi dû wî dikeve. Road Runner, di her beşekê de çîm û çîpên xwe wekî perwaneya helîkopteran dizivirîne û dike bîp bîp û dibeze. Ew hertim bi awayekî ecêb dibişire.. Ji ber ku Coyote ku divê em sihetxweşiyê lê bikin ji ber xîreta wî, qet ji pey wî naqete û dike ku Road Runner bigre. Coyote qet bêzar nabe ku her bide dû wî û hema bêje qet negire.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Rêzikên Angelo
Rêzikên Angelo

Ev rêzik ji 78 beşan pêk tê.

Naveroka vê der barê macerayên zarokekî bi navê Angelo û hevalên wî de ne.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Pocahontas
Pocahontas

Xêzefîlma Pocahontas,

qala çermesoran dike û ji 26 beşan pêk tê.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Plankton
Plankton

Qeptan John C. Star, Doxtor Anna Medûsa û Çawîş Pulpo Kalameres, kêm ji wan giyanewerên deryayî ne ku kompleksa qerase ya Napolyon pê re heye. Mîsyona wan ew e ku hesareyê germ bikin, parçeyên cemedê bihelînin û axê ji hev belav bikin û bixeniqînin da ku “Dagîrkeriya Planktonan” dest pê bike; her çend zanabûna wan ne zêde be û bêserûber û ya herî girîng jî zêde ne girs bin jî…
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Pengûenên Madagaskarê
Pengûenên Madagaskarê

Ya rast gelek kes wer dizanin ku Skipper, Kowalski, Rico û Private çar pengûenên xwînşêrîn û delal in ku li “Central Parka Baxçeyê Ajelan” dijîn. Jixwe ew jî her dixwazin ku mirov wer bizanin. Ji ber çi? Ji ber ku ev pengûen ku wekî pengûenên adetî xuya dikin, ya rast tîmeke êrîşkar in ku ji komandayon pêktê û bi ser navendeke veşartî ve ye. Mîsyona wan jî biserûberkirin û edilandina pergala baxçeya ajelan e. Baş e, bi ya we neyarê kokê wan kî ne?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Pablo
Pablo

Va ye rovî daketin bajaran! Îca wê çi biqewime ku têjikên roviyan yên herî şûm û wêrek ên dinyayê, ji çiya û baniyan dakevin û berê xwe bidin bajaran? Ka werin hevalbendiya Pabloyê meraqdar û netebitî bikin gava ew tevî Pumpkinê birayê xwe û Papy a xwîşka xwe berê xwe dide wan macerayan heta bêjî bes baş û xweş in…
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Çolistanên Oscar
Çolistanên Oscar

Lehengê me Oscar gumgumokek e û li çolistanan bi heval û hogirên xwe û xwarina xwe ya favorî hêkan re dijî. Her çend car caran ew nîqaşan bikin jî bûyerên gelekî xweşik tên seren wan. Popy, Harchi, Buck, mirîşk û tîmsah dijminên wî yên sereke ne. Lê belê carinan derdên wî û yên Popy, Buck û Harchi heman in û lewma jî ew dibin heval.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Girê Olobob
Girê Olobob

Gelo hûn amade ne ku hevalên me yên nû nas bikin? Tib û Lalloo û Bobble li daristaneke bêserî û bêbinî dijîn. Ew hertim li dû tiştine nû digerin. Di her xelekeke fîlm de karakterekî nû tevî kêf û şahiya Olobob dibe. Îca hevalên me şikl û reng û çîn û neqşina digihînin hev da ku vî karaterê nû biafirînin. Ew bi hev re dixebtin û dikin ku gotinbêjekî ji dil û can xema wan bixwe û ji bo wan bifikire. Îca emê jî gelek kêf bikin gava me lê temaşe kir. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Nexweşxaneya Serê Gir
Nexweşxaneya Serê Gir

Ji kenînê xweştir derman nîn e! Li Nexweşxaneya Serê Gir, xebatkar jî nexweş jî ajel in… Serwîsa Acîl, wekî baxçeyekî rastîn yê ajelan xuya dike! Li vê nexweşxaneyê ku hem bûyerên komîk, hem jî nexweş têne serê xebatkaran, hûn qet aciz nabin.. Di wê demê de ku kefûlefta nexweşxane ye û her hawara nexweşan e, zarok fêm dikin ku derman û çareya herî baş kenîn bi xwe ye.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Nanber
Nanber

Sway Sway û Buhdeuce du şîrik in ku debara xwe bi nanberiyê dikin. Ev du werdekên dînoke û ji adetê der, bi qemyoneta xwe ya roketî golê li hev didin û nên belav dikin li herkesî. Ew hey dixebitin, lê ew hey xwe ji kêf û şahiyê jî nahêlin. Îca divê ew hay ji dûvika xwe jî hebin, ji ber ku ew hûtên li pey wan in, hema ji nişkê ve di wan derdikevin. Karê wan çiqas dijwar be jî, çiqas asteng di wan derkevin jî, xema wan her ew e ku nanê xwe belav bikin bêyî ku kurtêlek jê bimîne. Hay ji xwe dûvika xwe hebin, tu carî dev ji xwe bernedin. Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Mêşhingiv Maya
Mêşhingiv Maya

Lehenga vî xêzefîlmê me Maya ye. Maya mêşhingiveke bi coş û peroş, hinekî jî şûm e. Maya tevî hevalê xwe yê canecan; Willy macerabaziyê dike. Hevalê wê Wîlly hinekî tirsonek, her tim birçî û westayî ye, lê belê dîsa jî her tim li dûv Maya diçe. Her wiha divê em kuliyê bîrbir Philip ku wan ji hemû xetereyan rizgar dike ji bîr nekin, dê kêfa wî gelekî ji we re were.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!