Category: Fîlmên Sînemayî

Hût
Hût

Dilan tevî heval û malbata xwe di gûndê xwe de jiyanekê aram dijî.

Wekî Dîlan herkes bi jiyana xwe re bextewar e. Ev aramî bi hatina hût re ser û bin dibe.

Êdî şev û roj li hev ketiye û herkes di bin siya hût de bi tirs û neçar mane, ji tirsa hût kes nikare derkeve derva.

Gelo ev tirs ji hût tê an ji dilê gûndîyan de xwe bi xwe mezin dibe? Lêgerîna Dilan bersivdayîna wê pirsê ye.

Hûn dikarin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Sol
Sol

Sol, fîlmeke anîmasyonê ye ku di derbarê gera nava jiyanê ya zarokeke biçûk de ye û ev ger xeyaleke mezin ava dike. Sol, di derbarê kesên ku me di jiyana xwe de ew winda kirine û bi hezkirin wan bi bîr bînin, di jiyanê de em ne tenê ne û malbat ji bo kesên ku winda kirine karibin biaxivin çîrokeke balkêş e. Îsal gelek zarok û ciwan di nava hestên şînê de ne, ji ber vê sedemê jî me xwest em kêliyeke ku karibin hinekê li ser bifikirin ava bikin.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Berfemêr û Berfekûçik
Berfemêr û Berfekûçik

Zarokekî ku kûçikê wî nû miriye, mala xwe bar dikin maleke ku di baxçeyê wê de demekê berfemêr lê jiyaye. Zarokê ku wêneyê berfemêr dibîne wî ji nû ve çêdike û ji berfa bermayî jî berfekûçikek çêdike. Zarok, berfekûçik û berfemêr, ji bo ku Kalê Sersalê nas bikin li balafirê siwar dibin ku ew ê Kalê Sersalê toqeke bisêhr bide wan. Ev ger, ew ê bibe sersala herî baş ya zarokê biçûk.

Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Berfemêr
Berfemêr

Piştî şeveke biberf, zarokê bi navê James li odeya xwe şiyar dibe, bi berfê dilîze û di dawiyê de berfemêreke gelek mezin çêdike.Nîvê şevê, difikire ku berfemêr bi awayeke bisêhr zindî dibe û ji bo ku wî bibîne bi nepenî dadikeve qata jêrê.James, rastî berfemêrê zindî bûye tê, derdora malê nîşanî wî dide, bi hev re bi pêlîstokan dilîzin, ji aliyekî ve jî ji bo ku dê û bavê James şiyar nekin gelek baldar tev digerin. Paşê li baxçeyê malê motorsiklêtekê dibînin û di nava daristanê de dest bi gerê dikin… Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Wallace û Gromit
Wallace û Gromit

Li wî gundê ku Wallace û Gromitê hevalê wî lê dimînin,
di her xelekekê de, bi dîmenên rastîn û gotina mucîdan, qala keşf û îcadeke nû ku mirovahiyê çêkiriye tê kirin.
Di vê bernameya perwerdeyiyê de Wallace û Gromitê hêja,
ji me re qala wan îcadan dikin ku mirovan çav li sirûştê kiriye û wisa çêkirine.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Werdeke Nexweşik
Werdeke Nexweşik

Çîroka werdekekî nexweşik e.
Rojekê ev werdek biryar dide ku ji gund bar bike û here.
Piştî vê yekê serpêhatiyên mezin û cur bi cur dest pê dikin.
Ev çîroka newaze ku ji çîrokên Anderson girtine, behsa wêrekî û xweşbîniyê dike.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Raindrop
Raindrop

Raindrop, dilopeke avê ye.
Hema ew li daristanekê, li çemekî, li deryayekê û li mala te jî peyda dibe.
Raindrop, tevî hevalên xwe Nimbusê ewr û Frostyê kûpa cemedî, şerê Fluyê bakterî ku dil heye dinyayê wêran bike, dike û di vê navê de çendîn macerayan dibe serî.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Pinokyo
Pinokyo

Zivistan e.. Gepetto ku xeratekî pîr e, li kargeha xwe quqleyekî textîn çêdike. Ji nişkê ve tiştekî ecêb diqewime: Ev texte digrî û dest pê dike dilive.
Gava quqle radibe ser xwe û dimeşe, Gepetto dimîne ecêbmayî.
Pinokyo: Destpêka dastana quqleyan ya herî bi navûdeng.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Moby Dick
Moby Dick

Romy ku zarokekî bêtirs û aza ye, li dora dinyayê dibeze ku wan 24 çar kevirên pîroz yên qewartî peyda bike. Ev tablet gava bigihêjin hev wê şaristaniya winda azad bibe. Moby Dick ku nehengekî efsanewî û parêzkarê Mu ye, di dirêjiya vê lêgerînê de alîkariya Romy ku tekane mîratgirê Mu ye, dike. Îca di dirêjiya vê gerê de Satya ku keçeke Seylanî ye û Zuyê papaxan ku cirnexweş e, lê civatxweş e, hevaltiya Romy dikin. Lê Qeptan Achab ku dijminê herî dijwar yê Romy ye û qaneh bûye ku sirra efsanewî ya Mu xezîneyek e, hêvî dike ku mîrata Romy jê bidize.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Lmn’s
Lmn’s

Piştî ezmûneke serneketî, Dr. No ku zanistmendekî zikreş e û her dixwaze hukimdariya dinyayê bike û CHIPê 9 salî, ji aliyê wê ronahiyê ve ku hebiklezker e, bo dinya Micro têne şandin. Li wir MERC, FER û HIDRO ku hevalbendên CHIP in, alîkariya wî dikin ku ew pêşî li planên Dr. No bigre û her wiha vegere mala xwe.Ka hûn jî bibin hevalbendên CHIP û tevî kîmyewiyên dinyaya Micro berê xwe bidin macerayan.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Jasper
Jasper

Jasperê Pengûen ku bi malbata xwe re li cemsera başûr dijî, serpêhatiyên xwe yên xweş ên bi hevala xwe ya nû Emmayê re ji malbata xwe re dinivîse.
Îca Jasper van peyamên xwe bi şûşeyan ji malbata xwe re dişîne.
Ka em bi hev re temaşe bikin bê macera û serpêhatiyên wî yên xweş çi ne?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!

Gulliver
Gulliver

Pêşî neşterger (cerrah) e paşî jî qeptanê çend keştiyan e.. Gulliver di sala 1699ê de, ku dikare bibe neştergerekî zor î temam, biryar dide ku mal û welatê xwe biterkîne, deryayan derbas bike û şaristaniyên nû bibîne. Ew piştî bagereke dijwar, dest û ling girêdayî, li giraveke ecêb û mîstîk hişyar dibe.. Di vê versîyona aksîyon/anîmasyonê ya vê klasîka edebî de bi hezaran liliput lîstin.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!