Berfemêr

Piştî şeveke biberf, zarokê bi navê James li odeya xwe şiyar dibe, bi berfê dilîze û di dawiyê de berfemêreke gelek mezin çêdike.Nîvê şevê, difikire ku berfemêr bi awayeke bisêhr zindî dibe û ji bo ku wî bibîne bi nepenî dadikeve qata jêrê.James, rastî berfemêrê zindî bûye tê, derdora malê nîşanî wî dide, bi hev re bi pêlîstokan dilîzin, ji aliyekî ve jî ji bo ku dê û bavê James şiyar nekin gelek baldar tev digerin. Paşê li baxçeyê malê motorsiklêtekê dibînin û di nava daristanê de dest bi gerê dikin… Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!