Moby Dick

Romy ku zarokekî bêtirs û aza ye, li dora dinyayê dibeze ku wan 24 çar kevirên pîroz yên qewartî peyda bike. Ev tablet gava bigihêjin hev wê şaristaniya winda azad bibe. Moby Dick ku nehengekî efsanewî û parêzkarê Mu ye, di dirêjiya vê lêgerînê de alîkariya Romy ku tekane mîratgirê Mu ye, dike. Îca di dirêjiya vê gerê de Satya ku keçeke Seylanî ye û Zuyê papaxan ku cirnexweş e, lê civatxweş e, hevaltiya Romy dikin. Lê Qeptan Achab ku dijminê herî dijwar yê Romy ye û qaneh bûye ku sirra efsanewî ya Mu xezîneyek e, hêvî dike ku mîrata Romy jê bidize.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!