Kategorî: Bername

Sindoqa Çîrokan
Sindoqa Çîrokan

Bernameyeke ku ji çîrokên gelêrîya kurdî û çîrokên biyanîyan ava bûye.
Di her beşê de, çîroka welatekî tê vegotin.
Destekî çîrokbêj hûrgiliyên çîrokan li ser xêzan dilîzîne.
Çîrokên gelêrî bi formateke nû û bi zimanê wêneyan nîşanî zarokan dide.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Dora Te – Sezona 1
Dora Te – Sezona 1

Dora Te (S1) – 2019-2020
Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.
De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine.
Dibe ku dor were ser we jî!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Fîlozofiya Zarokan
Fîlozofiya Zarokan

“Bila hespek me, fikrek me û pirsek me hebe!”

Em her carê bi çîrokeke nû didin dû pirsan. Êdî felsefe ji bo me jî heye!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Elîko û Azado
Elîko û Azado

Elî Firat.. zarokekî ku zêde meraqdar e û sekn û tebat pê nakeve. Û hevalê wî Azado..

Ev her du hevalên me bi alavên ku em bi hêsanî peyda bikin, ji me re tîtikên xweşik û balkêş çêdikin. Û di ber re stranên xweş jî dibêjin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Jîjo û Kewê
Jîjo û Kewê

Jîjo hertim tiştên nû hîn dibe ji meta xwe. Hûn çi dibêjin, ma em jî tevli wan nebin gelo? Erê, Jîjoyê me gelek teşqeleyan derdixe, lê Kewê jî qet ji ya xwe nayê xwarê. Her di xelekeke fîlm de wê hevalên nû bibin mêvanên me. We go çi? Werin em bi hev re bi têra xwe kêf bikin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Kenkenok
Kenkenok

Bernameyek ji ew bernameyên ku em bawer in ku hûn ê gelekî jê hez bikin: Kenkenok e. Gelo hûn dikarin wan her klîpên xwe yên vîdeoyê yên serpêhatiyên we têde ne, bi me re parvekin?
Em tiştê ku ji dêbavên we bi taybet dixwazin, ku ew wan vîdeoyan verêkin bo me. Kî dizane, dibe ku rojekê hûn jî xwe li ser televîzyona Zarok TV xwe bibînin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Kî Dikare?
Kî Dikare?

Jixwe em Elîko û Azado nas dikin.

Vê carê Kalo jî bi wan re ye. Ew her hefte bi macerayeke nû bi me re ne. Em binêrin “gelo Kî Dikare?”

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Masî û Kevjal
Masî û Kevjal

Masî û Kevjal du hevalên hev ên baş in. Ew li her beşekî, serboriyeke xwe ya nuh bi me re parvedikin.

Gelo we divê hûn serborî û bûyerên van her du lehengên me temaşe bikin? Em li bendî we ne!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Morî
Morî

Gelo berî razanê, hûn jî qet li ser ew tiştên ku li nav rojê rûdaye dihizirin? Morî li vê buwarê gelekî jêhatî ye. Morî ku li her beşekî, her car, me bi hesteke me ya cihê dide hizirandin, wê carina tirsê, carina wêrekiyê, carina jî hevaltiyê ji nû de bi me bide hizirkirin.
Gelo van hestên me, jiyana me hêsantir yan dijwartir dike? Bêguman gava Morî van hizran dike, ne tenê ye.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Xewnistan
Xewnistan

Hevalên me ku navê wan Abu û Lola û Lilith e, bi rê û awayên xwe ji me re dibêjin bê çiqas xweş e ku mirov pirs û xeyalan bike.
Îca ew dibêjin, ew dinya ku em xeyala wê dikin, hema gavek ji me wê de ye û heke em bixwazin wê hemû xewn û xeyalên me biçin serî. Îca we go çi?
Ma em bi hev re lê temaşe nekin? Ka em bibînin bê ew çawa xewn û xeyalên xwe dibin serî.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Yarîn û Şêrko – Sezona 1
Yarîn û Şêrko – Sezona 1

Yarîn û Şêrko – Sezona 1 (2017-2018)

Erê helbet muzîk û hînîbûna wê gelek xweş e.. Heyat e. Îca ka werin em bi Yarîn û Şêrko re bi kêfxweşî hînî gelek tiştan bibin, we go erê? Em bi hev re lê temaşe bikin bê Yarîn û Şêrko wê me hînî çi bikin? Em li hêviya we ne ku em tevî Yarîn û Şêrko hem kêf bikin hem jî hînî muzîkê bibin. Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!