Piştî ezmûneke serneketî, Dr. No ku zanistmendekî zikreş e û her dixwaze hukimdariya dinyayê bike û CHIPê 9 salî, ji aliyê wê ronahiyê ve ku hebiklezker e, bo dinya Micro têne şandin. Li wir MERC, FER û HIDRO ku hevalbendên CHIP in, alîkariya wî dikin ku ew pêşî li planên Dr. No bigre û her wiha vegere mala xwe.Ka hûn jî bibin hevalbendên CHIP û tevî kîmyewiyên dinyaya Micro berê xwe bidin macerayan.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Jasperê Pengûen ku bi malbata xwe re li cemsera başûr dijî, serpêhatiyên xwe yên xweş ên bi hevala xwe ya nû Emmayê re ji malbata xwe re dinivîse.
Îca Jasper van peyamên xwe bi şûşeyan ji malbata xwe re dişîne.
Ka em bi hev re temaşe bikin bê macera û serpêhatiyên wî yên xweş çi ne?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Pêşî neşterger (cerrah) e paşî jî qeptanê çend keştiyan e.. Gulliver di sala 1699ê de, ku dikare bibe neştergerekî zor î temam, biryar dide ku mal û welatê xwe biterkîne, deryayan derbas bike û şaristaniyên nû bibîne. Ew piştî bagereke dijwar, dest û ling girêdayî, li giraveke ecêb û mîstîk hişyar dibe.. Di vê versîyona aksîyon/anîmasyonê ya vê klasîka edebî de bi hezaran liliput lîstin.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Hûn vîdeoyên xwe dikişînin û ji me re dişînin.
Di encamê de bernameyeke têr û tijî derdikeve holê. Ev bername bi tevahî ya we ye!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Gelo hûn efsaneya Newrozê dizanin?
Baş e, Ehmedê Xanî kî ye?
Yan jî serê salê ji bo me tê çi wateyê?
Haydê, em tev bi hev re hîn bibin!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Hevalno, werin werin… Haydê em bi hev re tiştên di xeyalên xwe de xêz bikin.
Ev dikarin çi bin gelo? Tenê em ê xeyal bikin… ew qas hêsan e…
Û niha divê em van xeyalên xwe zindî bikin. Belkî jî tiştê di xeyalê me de, hevalekî me xêz kiribe.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Êdî hevalekî me yê nû heye: Tîto!
Tîto xêzker e û her hefte xêzkirina tiştekî nû fêrî me dike.
Haydê em jî bi Tîto re xêz bikin.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Bernameyeke ku ji çîrokên gelêrîya kurdî û çîrokên biyanîyan ava bûye.
Di her beşê de, çîroka welatekî tê vegotin.
Destekî çîrokbêj hûrgiliyên çîrokan li ser xêzan dilîzîne.
Çîrokên gelêrî bi formateke nû û bi zimanê wêneyan nîşanî zarokan dide.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Dora Te (S1) – 2019-2020
Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.
De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine.
Dibe ku dor were ser we jî!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
“Bila hespek me, fikrek me û pirsek me hebe!”
Em her carê bi çîrokeke nû didin dû pirsan. Êdî felsefe ji bo me jî heye!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Elî Firat.. zarokekî ku zêde meraqdar e û sekn û tebat pê nakeve. Û hevalê wî Azado..
Ev her du hevalên me bi alavên ku em bi hêsanî peyda bikin, ji me re tîtikên xweşik û balkêş çêdikin. Û di ber re stranên xweş jî dibêjin.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Jîjo hertim tiştên nû hîn dibe ji meta xwe. Hûn çi dibêjin, ma em jî tevli wan nebin gelo? Erê, Jîjoyê me gelek teşqeleyan derdixe, lê Kewê jî qet ji ya xwe nayê xwarê. Her di xelekeke fîlm de wê hevalên nû bibin mêvanên me. We go çi? Werin em bi hev re bi têra xwe kêf bikin.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Bernameyek ji ew bernameyên ku em bawer in ku hûn ê gelekî jê hez bikin: Kenkenok e. Gelo hûn dikarin wan her klîpên xwe yên vîdeoyê yên serpêhatiyên we têde ne, bi me re parvekin?
Em tiştê ku ji dêbavên we bi taybet dixwazin, ku ew wan vîdeoyan verêkin bo me. Kî dizane, dibe ku rojekê hûn jî xwe li ser televîzyona Zarok TV xwe bibînin.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Jixwe em Elîko û Azado nas dikin.
Vê carê Kalo jî bi wan re ye. Ew her hefte bi macerayeke nû bi me re ne. Em binêrin “gelo Kî Dikare?”
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Masî û Kevjal du hevalên hev ên baş in. Ew li her beşekî, serboriyeke xwe ya nuh bi me re parvedikin.
Gelo we divê hûn serborî û bûyerên van her du lehengên me temaşe bikin? Em li bendî we ne!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Gelo berî razanê, hûn jî qet li ser ew tiştên ku li nav rojê rûdaye dihizirin? Morî li vê buwarê gelekî jêhatî ye. Morî ku li her beşekî, her car, me bi hesteke me ya cihê dide hizirandin, wê carina tirsê, carina wêrekiyê, carina jî hevaltiyê ji nû de bi me bide hizirkirin.
Gelo van hestên me, jiyana me hêsantir yan dijwartir dike? Bêguman gava Morî van hizran dike, ne tenê ye.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Hevalên me ku navê wan Abu û Lola û Lilith e, bi rê û awayên xwe ji me re dibêjin bê çiqas xweş e ku mirov pirs û xeyalan bike.
Îca ew dibêjin, ew dinya ku em xeyala wê dikin, hema gavek ji me wê de ye û heke em bixwazin wê hemû xewn û xeyalên me biçin serî. Îca we go çi?
Ma em bi hev re lê temaşe nekin? Ka em bibînin bê ew çawa xewn û xeyalên xwe dibin serî.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Yarîn û Şêrko – Sezona 1 (2017-2018)
Erê helbet muzîk û hînîbûna wê gelek xweş e.. Heyat e. Îca ka werin em bi Yarîn û Şêrko re bi kêfxweşî hînî gelek tiştan bibin, we go erê? Em bi hev re lê temaşe bikin bê Yarîn û Şêrko wê me hînî çi bikin? Em li hêviya we ne ku em tevî Yarîn û Şêrko hem kêf bikin hem jî hînî muzîkê bibin. Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Hûn amade ne ku bi zarokekî Sîyûyî re macerabaziyê bikin? Yakari, bi wê jiyana xwe ya şên û xweş ku wê tevahiya zarokan xweziya xwe pê bînin, çermsorekî biçûk yê wêrek û camêr e. Ew bi hespê xwe yê bi navê Birûsko li wan çiya û baniyan ku mirov û ajel bi xêr û xweşî bi hev re dijîn û li gorî keş û hewa bar dikin ciyekî din, bi çargavî dibeze… Yakari, ji ber ku dikare bi heywan û ajelan re bipeyive, hînî awayê jiyana wan dibe…
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
(more…)
Gelî zarokan, werin bi hevalên xwe re, tevî Woozle&Pip bibin ku li Baxçeyê Sêhrdar macerayên xweş û hêcanbexş û afirîner encam didin.
Ew di dirêjiya vê rêwitiya xwe de, xatirê hev û jîngeha xwe digrin û dikin ku dê û bav û zarok aqil bigrin ji serpêhatiyên wan ên rengîn û newaze. Di jiyana wan de dostanî û xweşî, meraq û kişfkirin heye.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!



















