Zarokekî ku kûçikê wî nû miriye, mala xwe bar dikin maleke ku di baxçeyê wê de demekê berfemêr lê jiyaye. Zarokê ku wêneyê berfemêr dibîne wî ji nû ve çêdike û ji berfa bermayî jî berfekûçikek çêdike. Zarok, berfekûçik û berfemêr, ji bo ku Kalê Sersalê nas bikin li balafirê siwar dibin ku ew ê Kalê Sersalê toqeke bisêhr bide wan. Ev ger, ew ê bibe sersala herî baş ya zarokê biçûk.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Piştî şeveke biberf, zarokê bi navê James li odeya xwe şiyar dibe, bi berfê dilîze û di dawiyê de berfemêreke gelek mezin çêdike.Nîvê şevê, difikire ku berfemêr bi awayeke bisêhr zindî dibe û ji bo ku wî bibîne bi nepenî dadikeve qata jêrê.James, rastî berfemêrê zindî bûye tê, derdora malê nîşanî wî dide, bi hev re bi pêlîstokan dilîzin, ji aliyekî ve jî ji bo ku dê û bavê James şiyar nekin gelek baldar tev digerin. Paşê li baxçeyê malê motorsiklêtekê dibînin û di nava daristanê de dest bi gerê dikin… Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Digbyê ciwan ejdehayek e, ew û hevalên xwe ji bo serpêhatiyan daristaneke nû kifş dikin.
Her gava ku li aloziyekê rast tên alîkariya hev dikin. Ejdeha, ferîte û cinek.
Û wekî din simoreyek heye. Ev heval û hogirên daristanê, ji bo ku tiştên nû kifş bikin bêsebir in.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Haydê li Drakarê siwar bibin û li deryayên ji serpêhatiyên endamên Vîkîngan pêk tên babirkên xwe vekin.
Him li gundê Flake, him li dûr û him jî li bejahiyên Vicê biçûk me digerîne.
Kurê şefê Vîkîngan Vicê biçûk, her gavê li deryayê bi bavê xwe û hevalên wî re digere. Lê gelek caran bûyerên xeternak derdikevin hemberî wan.
Ew dixwazin bi hêza xwe ya xurt ji bûyeran rizgar bibin. Danasînê temaşe bike.
Rojekê Diegoyê hêştir yê ku gelek xwînsar e, Ziggyê ku sê mafên daxwazê dide wî nas dike.
Lê Ziggy, piştî ku her du daxwazên Diego bi cih tîne hêzên wi diguhere.
De ka em berê xwe bidin serpêhatiyên van her du hevalên ecêb ku li çolê dijîn.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Gnoufên daketinin dinyayê, her tiştî bi awayekî nayê famkirin dixwazin biceribînin, fam bikin û tehm bikin.
Wê gavê hûn jî werin em bi hev re li van giyandarên cuda binêrin bê jiyana wan çawa ye!
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Eugene û robotê xwe yê bi navê C.H.I.P em vedixwînin dibistanên xwe yên teknolojîk…
Eugene, C.H.I.P û hevalên wan ji bo ku ji aloziyan rizgar bibin hêzên xwe ya xeyalê, teknolojî û jîrbûna C.H.I.P ya bêdawî bi kar tînin û serpêhatiyên fantastîk û bikelecan dijîn.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Mouk û Chavapa, hevalên hev in û bi bisiklêtên xwe dinyayê serobino dikin.
Ji Hong Kongê heta Newyorkê,
ji Brezîlyayê heta Madagaskar û Şîlîyê diçin, ma hûn jî naxwazin bi wan re bigerin?
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Pipi, Pupu û Rosmary, ji bo ku Dê-Bav bibînin dest bi rêwîtiyekê dikin…
Ma qey hûn nizanin Dê-Bav kî ye?
De haydê, em serpêhatiyên wan ên fantastîk û komîk bi hev re kifş bikin!
Kîvroşkê me yê biçûk û meraqdar Milo, di her beşê de bi serpêhatiyên xwe yên cur be cur û bikêf dinyayê nas dike.
Gelo hûn jî dixwazin beşdarî van serpêhatiyên têra xwe meraqdar û balkêş yên Milo bibin?
We got erê?
Wê gavê de haydê em bi hev re temaşe bikin!
Werin hevalno, “Kêf Kêfa Min e” dest pê dike!
Her hefte du hevalên me dibin mêvanên Şêrko û bi hev re lîstikan dilîzin, stranan dibêjin.
Êdî Kêf Kêfa Me ye!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Zarok TV mala me ye û ziman jî herî pêşiyê li malê tê hînbûyîn. Werin em bi hev re zimanê xwe hîn bibin. Hevalên me Roşna û Xoser li benda me ne.
Zarok TV keyeyê ma yo, û keye de tewr verê ziwan yeno musnayene. Bêrê ma pîya ziwanê xo bimusê. Embazê ma Roşna û Xoser paweyê ma yê.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Bikişîne Bişîne (S2) 2021- 2022
Em bi sezoneke nû dîsa bi we re ne!
Hûn vîdeoyên xwe dikişînin û ji me re dişînin.
Di encamê de bernameyeke têr û tijî derdikeve holê.
Ev bername bi tevahî ya we ye!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Dora Te (S2) – 2021-2022
Em bi sezoneke nû dîsa bi we re ne!
Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.
De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine.
Dibe ku dor were ser we jî!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Keskesor çima rengorengo ye?
Îca, birûsk çawa vedide? Lê kes ji we pê dizane ku em çima xewnan dibînin?
Erêê, meymûn çima hez ji mûzan dikin?
Bersiva gelek pirsên din di vê bernameyê de ye…
Bes hûn netirsin hey bipirsin! Bersiva pirsan hêsan e! Heçî nepirse wê bitirse!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Ka werin em bi hev re bi stranan bajarên welatê xwe nas bikin, we go erê?
Tew bi hemû navûnîşan û taybetmendiyên wan ve! Wê ecêb xweş be, ma ne?
Îca em jî di vê baweriyê de ne, ji lewma me biryar da ku hemû hevalên xwe bixwazin ku em bi hev re bistrên!
Ma hûn jî nayên?
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Keskesor çima rengorengo ye?
Îca, birûsk çawa vedide? Lê kes ji we pê dizane ku em çima xewnan dibînin?
Erêê, meymûn çima hez ji mûzan dikin?
Bersiva gelek pirsên din di vê bernameyê de ye…
Bes hûn netirsin hey bipirsin! Bersiva pirsan hêsan e! Heçî nepirse wê bitirse!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Li wî gundê ku Wallace û Gromitê hevalê wî lê dimînin,
di her xelekekê de, bi dîmenên rastîn û gotina mucîdan, qala keşf û îcadeke nû ku mirovahiyê çêkiriye tê kirin.
Di vê bernameya perwerdeyiyê de Wallace û Gromitê hêja,
ji me re qala wan îcadan dikin ku mirovan çav li sirûştê kiriye û wisa çêkirine.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Çîroka werdekekî nexweşik e.
Rojekê ev werdek biryar dide ku ji gund bar bike û here.
Piştî vê yekê serpêhatiyên mezin û cur bi cur dest pê dikin.
Ev çîroka newaze ku ji çîrokên Anderson girtine, behsa wêrekî û xweşbîniyê dike.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!
Raindrop, dilopeke avê ye.
Hema ew li daristanekê, li çemekî, li deryayekê û li mala te jî peyda dibe.
Raindrop, tevî hevalên xwe Nimbusê ewr û Frostyê kûpa cemedî, şerê Fluyê bakterî ku dil heye dinyayê wêran bike, dike û di vê navê de çendîn macerayan dibe serî.
Hûn dikarin danasînê li vir temaşe bikin!