Silav Doktor…
Hevalino, ka werin em sirên laşê xwe keşif bikin!
Laşê me çawa dixebite, li hundirê me çi diqewime?
Bi bernameya Silav Doktor, em bersivên zanistî û balkêş dibihîzin û hîn dibin.
Werin, em laşê xwe ji nêz ve nas bikin!
3-2-1 Destpêk…
Hevalên me li baxçe ne, Zerê û Soro li studyoyê ne; hemû ji bo bernameyeka nû kom bûne!
Helbet lîstik bêyî we nabe.
Ka em binêrin bê kîjan tîm asta kêfê bilind dike; û Zerê û Soro van lîstikan çawa şirove dikin.
Kî Dizane…
Îsal jî bi beşên nû û pirsên nû li pêşberî we ye, hevalino.
Bernameya me, vê sezonê bi lîstikên xweştir xwe xemilandîye û li benda we ye.
Gelo kî dizane: dibe ku bersiv li cem te be!?
Hunerdest…
Hevalino, kaxez, meqes, boyax û hinek xeyal besî me ye!
Bi Hunerdestê, destên me dibin hunermend; di her beşê da xebateka nû û rengên nû hene.
Hûn jî alavên xwe amade bikin û tev li me bibin!
Dora Te…
Yek ji klasîkên Zarok TVyê bi beşên nû û hevalên nû dîsa li pêşberî we ye.
Pirs ji me, bersiv ji hevalên me û dilxweşî ji bo her kesî!
Birêz Kompîter…
Hevalino, hînbûna kompîterê êdî hêsantir e; ji ber ku mamosteyekî me yê pir şîrîn heye!
Kompîter çawa dixebite, parçeyên wê çi ne?
Sîstema bingehîn bi saya Birêz Kompîter aşkera dibe.
Bikişîne Bişîne…
Wekî her sal, bi heval û vîdeoyên nû didome.
Macera, kêf û ken bi Bikişîne Bişîne digihîje her hevalî.
Tu jî hem bikişîne, hem bişîne, hem jî temaşe bike!
Xwezaya Xirab…
Hevalino, hûn ajelan çiqasî nas dikin?
Ew nava rojê çi dikin, bi hev ra çawa dijîn?
Di her beşa Xwezaya Xirab da sirên balkêş yên cîhana ajelan aşkera dibin.
Werin, em hevalên xwe yên xwezayî, ji nêz ve nas bikin!
Artzooka…
Hevalino, sînorê xeyal û afirînerîyê bi Artzooka fireh dibe.
Kaxez, boyax û ramaneka biçûk bes e: di her beşê da xeyal dibin rastî û lîstikên rengîn derdikevin holê.
Werin em xeyalên xwe parve bikin!
Kerem bikin hevalino; navdarên Kurdan û pêşengên çand, huner û wêjeya Kurdan nas bikin.
Hûn dê di vê bernameyê de bi navdarên xwe re hevnasîneka ji dil û germ pêk bînin.
De hevalino; pêşengên me li benda me ne. Ji me ra çend gotin û şîretên wan hene.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Aniha jî dor dora hînbûna zimanê me ye! Firaz û Şengê ji bo vê mazûvanîya me dikin.
Em dê li Mala Firaz û Şengê bilîzin, stranan bibêjin, kêfê bikin û bi hev ra zimanê xwe hîn bibin.
Zû werin! Hevalên me li benda me ne!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Me got: “Zarok TV ya me ye, Zarok TV mala me ye!”, nexwe divê deng û rengê me temaşevanan jî di vê malê da hebe, ne wisa?!
Û niha jîîî Dora Me ye!
Bernameya deng û rengê me, “Dora Te” îsal jî ji Zarok TVyê kêm nabe.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Hûn ji gerê hez dikin? Erêê çawa! Ma kî jê hez nake?! Hevalê me Jîyar rahiştîye kameraya Zarok TVyê û li welatî digere.
Li her derê çîrokek û macerayeka nû heye.
“Rojeka Jîyar” bi cih û warên curbicur bi me ra ye.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Ma bê lîstik dibe?! Naa, ew ne mimkin e!
Her wekî ku hûn jî dizanin ji bo lîstinê cihê herî xweş derveyê malê, kuçe û kolan in!
Bernameya “Lîstik û Kolan” di her beşekê da bi lîstikeka nû û newaze me derdixe kolanan. Jê nemînin!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Em dikişînin û dişînin, Zarok TV diweşîne!
Stranên me, henekên me, lîstikên me û peyamên me digihîjin dinyayê..
“Bikişîne Bişîne” bi formata xwe ya nû li benda vîdeoyên me ye.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Zimanê zirafeyan çend santîm e? Zebeşê herî giran çend kîlo ye? Li laşê mirovan da çend kîlo xwîn heye?
Di pêşbirka “Kî Dizane” da, pirsên ecêb û bersivên ji wan ecêbtir hene.
Em dê bersivan bidin, bikenin û agahîyên pir balkêş hîn bibin.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!
Binêrin! Navê vî hevalê me Waffle e.
Ew segekê meraqdar, şîrîn û enerjîk e.
Di her beşa vî rêzefîlmî da surprîzên nû, rewşên komîk û serpêhatîyên tijî ken li benda me ne.
Segê Newaze Waffle, tê pêşberî me!
Qelem û kaxezan amade bikin! Êdî her kes dikare resiman xêz bike.
We got çawa?! Hevalê me Will hemû hûrgilîyên xêzkirinê dê nîşanî me bide.
Di vê bernameyê da bi xêzên hêsan resimên newaze çêdibin.
Werin hûn jî li gel Will xêz bikin!
Du hevalên têra xwe şên. Nikarin li cihê xwe bisekinin. Her tişt ji bo wan lîstik e.
Bersivên wan her gav amade ne û ew gelekî şîrîn in.
Şor û Şeng mîzahê, çandê û cîhanê bi dîtina xwe ji nû ve şirove dikin.
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!
Ka werin ber ekranê! Ajansa Zarokan bi taybetî ji bo zarokan hat amadekirin û bûyeran bi awayekê bikêf pêşkêş dike. Ev bername ji bo wan kesan hatîye amadekirin ku dixwazin tiştên nû hîn bibin.
Ajansa Zarokan, bi naverokeka mişt bikêf li pêşberî we ye! Nûçegihanên me dê di her beşê da we bikenînin û bibehitînin!
Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!



















