Author: Zarok TV

Şor û Şeng
Şor û Şeng

Du hevalên têra xwe şên. Nikarin li cihê xwe bisekinin. Her tişt ji bo wan lîstik e.

Bersivên wan her gav amade ne û ew gelekî şîrîn in.

Şor û Şeng mîzahê, çandê û cîhanê bi dîtina xwe ji nû ve şirove dikin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Ajansa Zarokan
Ajansa Zarokan

Ka werin ber ekranê! Ajansa Zarokan bi taybetî ji bo zarokan hat amadekirin û bûyeran bi awayekê bikêf pêşkêş dike. Ev bername ji bo wan kesan hatîye amadekirin ku dixwazin tiştên nû hîn bibin.

Ajansa Zarokan, bi naverokeka mişt bikêf li pêşberî we ye! Nûçegihanên me dê di her beşê da we bikenînin û bibehitînin!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Dinyaya Rojînê
Dinyaya Rojînê

Li dinyaya ecêb û rengîn ya Rojînê her tişt mimkin e.

Hemû tiştên ku hûn dizanin serûbin dibin, asta kêfê hildifire!

Serpêhatîyên Rojînê yên wekî xewnan dê her kesî bibehitînin û bikenînin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Lloydê Mêş
Lloydê Mêş

Em vê carê dibin şahidê mêşê ciwan Lloydê ku hewl dide ku di cîhana kêzikan da sax bimîne û mezin bibe.

Lloydê xisarok û bimeraq, bi hevalên xwe Abacus û PB ra, her roj dikeve nava bûyereka nû.

Ev xêzefîlmê mişt ken û kêf û serpêhatî, temaşevanan dibe cîhaneka bi mezinîya kêzikan.

Silav Duggee
Silav Duggee

Hûn ji bo serpêhatîyên kûçikê şîrîn Duggee û hevalên wî yên biçûk amade ne?

Em dê li Kluba Simoreyan, her beşê çalakîyeka nû kifş bikin û kêfeka mezin bikin! Ev cîhana rengîn ku tijî xebata bi tîmî, hevaltî û xeyelan e her gav tijî surprîz e.

Ka werin em bi hev ra vê cîhanê kifş bikin û xelatên newaze yên Dugge bi dest bixin!

Rengblok
Rengblok

Em tev li cîhana şahî û rengan bibin? Blokên rengîn, Derîyê serpêhatîyên fantastîk vedikin!

Lehengên me, her beş bi lîstikên xweş dilîzin, bi blokan ra dansê dikin û projeyên afirîner çêdikin. Li vê cîhana ku reng dansê dikin, xeyalên xwe serbest bihêlin û kêfeka mezin bikin!

Hûn amade ne? Ji ber ku li vê derê her tişt rengîn e, her tişt bikêf e!

Balindeyên Hêrsok
Balindeyên Hêrsok

Yek ji lîstikên ku di dîrokê da herî zêde jê hatîye hezkirin “Balindeyên Hêrsok”, vê carê bi hemû karakterên xwe û serpêhatîyên xwe bi xêzefîlmî di televîzyona me da tê pêşberî we!

Lehengên me yên balinde, li dijî Piggyyên ku demeka dirêj hikum li vê cîhana tijî surprîz dikin, têkoşîna xwe dikin.

Werin em bi hev ra temaşe bikin!

Kêf Kêfa Min e (S4)
Kêf Kêfa Min e (S4)

Em bi sezoneke nû (Sezona 4) ya bernameya xwe vedigerin! Bernameyeka tijî bazdan, hêcan û coş!

Qewsikanê, Zembîlanê, Nehberk û Goggerok..

Em bi hev re bi hemû lîstikên xweş dilîzin!

Em bi hev re stranên xweş dibêjin. Çerx ji bo “Kêf Kêfa Min e” dizivire!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Bikişîne&Bişîne (S5)
Bikişîne&Bişîne (S5)

Bikişîne&Bişîne, bi sezoneke nû (S5) dîsa bi we re ye!

Em dikarin her tiştî bikin.. Em bi lîstikan dilîzin, govendê digirin, ji ajelan hez dikin.

Car caran jî şûmitîyên/mizawirîyên biçûk dikin. Dîmenên me yên şîrîn, bi saya “bikişîne bişîne”yê tên ser ekranê.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Dora Te – Sezona 4
Dora Te – Sezona 4

Em bi sezoneke nû (Sezona 4) dîsa bi we re ne!

Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.

De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine. Dibe ku dor were ser we jî!

Hûn dikarin beşên ji Sezona 4’ê li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Makîneyên Graceê yên Newaze
Makîneyên Graceê yên Newaze

Gracea ajokar ya ku li dinyayê tê nasîn, ji bo bînerên pêşdibistanê gelek makîneyên herî mezin, herî bilez û herî newaze hem dide nasîn hem li ser palgeha her yekê ji wan rûdine.

Di her beşê da ajotineka mişt biheyecan û serpêhatî heye, werin em bi hev ra temaşe bikin!

Makîneyên Catieyê yên Newaze
Makîneyên Catieyê yên Newaze

Catieya enerjîk, her beşê makîneyên newaze bi me dide nasîn û kifşan dike. Di vê rêwîtîya tijî makîne da, Catie û hevalên xwe heyecana endazyarî û afirînerîyê dijîn!

Her tecribe, ji bo hînbûnê tê maneya firsendeka nû û gelek tîqetîq.

De werin, em bi makîneyên Catieyê yên newaze ra dest bi serpêhatîyeka bikêf bikin!

Şînok (3D)
Şînok (3D)

Şînokên ku her kes ji wan hez dike, bi serpêhatîyên nû û kêf û şahîya xwe vedigerin! Hûn amade ne ku vegerin Gundê Şînokan? Vê sezonê Bavşînok, Şînokê, Şînokê Xisarok û hemû karakterên dîtir, di her beşê da bi serpêahatîyên efsûnî û komîk dê werin pêşberî me.

Herweha, planên Gargamelî êdî konetir in û şînok êdî ji berê jîrtir in! Di sezona nû da cihên razbar yên hêjayî kifşkirinê û kêlîyên bêhempa li benda me ne. Amade bin, hûn dê di cîhana şînokan ya bisêr da winda bibin!

Seg ji Pirtûkan Hez Dike
Seg ji Pirtûkan Hez Dike

Hûn amade ne ku segekî nas bikin ku gava xwe diavêje nava cîhana pirtûkan?

“Seg ji Pirtûkan Hez Dike”, çîroka segekê şîrîn dibêje ku pir ji pirtûkan û kifşkirinê hez dike û di her rûpelî da dest bi serpêhatîyeka nû dike!

Di vî xêzefîlmê xweş da lehengê me, dikanekê vedike ku tijî pirtûkên xweş in û di nava her pirtûkê da dest bi rêwîtîyeka biheyecan dike.

Ew, carinan kaşifekê wêrek carinan astronotekê kûrahîya fezayê ye!

Jojo & Dapîr
Jojo & Dapîr

Bi Jojo & Dapîrê ra, ji bo serpêhatîyan amade bin! Jojo her dem bi meraq û heyecan e û bi Dapîra xwe ra derdikeve kifşê!

Bi hev ra bi lîstikan dilîzin û tiştên nû hîn dibin. Di her beşa vî xêzefîlmî da çîrokeka xweş û dostanîyeka jidil heye.

Li vê cîhana rengîn ku tijî zanatîya Dapîrê û xeyalên Jojo ye, her roj macerayeka nû li hêvîya we ye! Amade bin, kêf û şahî li ber derî ye!

Hevalên Kuçeya Kuncî
Hevalên Kuçeya Kuncî

Hûn bi xêr hatin Kuçeya Kuncî; li vir, kûkla, di derbarê jîyanê de gelek tiştên balkêş hînî me dikin!

Vir, kuçeyeke wisa ye ku cinawirekî super-leheng, perîyeke bimeraq a sê salî û cinawirekî ji kulîçeyan hez dike digihîjin hev da ku hînbûnê bi me xweştir bikin.

Ji bo ken, dersan, tibabek henek û stranên bicoş amade bin!

Heidi
Heidi

Keçika swîsrî Heidi ji jîyana li serê çîyê hez dike û yekser hevalan çê dike.

Xortekî bi navê Peter heye ku her roj diçe ber kerîyê bizinan. Peter li cem Dapîra xwe dimîne, mala wan hinekî li jêra çîyê ye lê ne zêde dûrî gund e.

Kêfa Heidi’yê tê ku serdana Dapîra Peter bike û bi Peter re bilîze. Heidi, sembola rastî û qencîyê ye.

Çîrokeke bicoş e û tijî serpêhatî ye!

Aferîdeyên Pir Biçûk
Aferîdeyên Pir Biçûk

Xêzefîlmekî nû yê pênc aferîdeyên biçûk û bimeraq e ku gava kes tune be bi kêfeke mezin meydana lîstikê ya zarokekî kifş dikin.

Pembe, Şîn, Porteqalî, Zer û Kesk her beşê derdora xwe kifş dikin û bi saya lîstikan xwe, hevalên xwe û cîhana derdora nas dikin.

Mijara her beşekê li ser alîyekî jîyana wan zarokan e ku nû dest bi meşê dikin;
dixwazin hevaltîyê, empatîyê û xebata bi hev re fêr bibin û cudatîyên hev fam bikin.

Kîvroşkên Wêrek
Kîvroşkên Wêrek

Xwe amade bikin, hûn dê kîvroşkên herî wêrek ên Welatê-Kîvroşkan nas bikin!

Ev serpêhatîperestên bipirç û bêtirs; bilezûbez û bi wêrekîya lehengan tevdigerin!

Gulokê
Gulokê

Hevalino, hûn amade ne ku;

Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û lîstikên nû hîn bibin? Gulokê tê!

Em dê bi Gulokê re bi veşartokê û tepa min li te, bi xaran û canan bilîzin.

Em dê hem bilîzin hem hîn bibin. Gulokê dest pê dike!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!