Serrûpel
Xêzefîlm
Klîp
Lîstik
Bername
Sînema
Rêza Weşanê
Weşana Zindî
Derbarê Me
Kurmancî
Kirmanckî
English
Lîstikên Me
PÎYA
Li daristanê, pêşbirka berhevkirina sêvan çê dibe. Sîmore û Pîno, qirarê didin ku beşdarî vê pêşbirkê bibin û bibin reqîbên hev.
Hevalên din hemû ji pêşbirkê derdikevin. Sîmore an Pîno dê bi ser bikeve? Hûn dê vê qirarê bidin!
SERKEFTIN JI WE RE!
PÎNIK
Singestar dixwaze ku têkeve pînikê û hêkan bidize lê Nequrê hêkan dixe hembêza xwe û wan ji Singestar diparêze..
Tu Nequrê yî û hewce ye tu nehêlî ku, Singestar nêzî hêkan bibe.
SERKEFTIN JI WE RE!
GERGEROK
Ji ekîba Gergerokê Wisar, Xoser û Kewê li daristanê dimeşin û dikevin nava labîrentekê.
Ji bo ku ji labîrentê derkevin hewce ye girava şîn bidînin!
De ka rêya ku diçe girava şîn nîşanî wan bidin!
GERGEROK - 2
Wisar, Xoser û Kewê di labîrenteke kevirîn de winda bûn. Ew fikirîn ku otobus dikare wan ji vir derxîne û wan biryar da ku li hêvîyê bin.
Lê haya wan jê tune ye ku ew di wê labîrentê de ne tenê ne.
Kûçikekî êrîşkar di labîrentê de heye ku karê wî parastina wir e û ev yek ji bo wan gelekî ne baş e.
Gelo hevalên me yên şîrîn yên Gergerokê dê bikarin sax bimînin, heta ku otobus bigihîje wan?