Kategorî: Xêzefîlm

1 û Yek
1 û Yek

Werin em li laboratiwarekê rêwîtîya zanistê bikin. Di vê rêwîtîyê da em ne bi tenê ne;

Du hevalên din bi me ra ne: Nokek û Fasûlîyek! Navê her duyan jî “YEK” e.

Ka em binêrin bê di vê laboratiwarê da çi li benda me û hevalên me ye.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Super Sema
Super Sema

Vaye Super Sema li pêşberî we ye!

Ew lehengeka super e ku xeyalên xwe pêk tîne û ji teknolojîyê gelekî hez dike.

Sema, hertim amade ye ku bi fikreka nû dinyayê biguhere.

Ka hûn jî amade ne?!

Garfield *NÛ*
Garfield *NÛ*

Ew pisîkê tiral ku ruhê wî di lazanyayê da ye, lêbelê ruhê wî ji duşeman diçe;

Ango Garfield, vedigere!

Garfield, xwedîyê wî Jon û dostê wî yê şîrîn Odie, bi serpêhatîyên bikêf û bitam tên ser ekranên Zarok TVyê.

Derdê wî bi tenê xwarin e lê tiştên ku tên serê wî dê we pir bikenînin.

Ella Bella Bîngo
Ella Bella Bîngo

Hevaltî, lîstik, kêf û şahîya bêsînor…

Em dê bi Ella Bella û hevalên wê ra di her beşê da berê xwe bidin çîrokeka nû,

û bi hev ra parvekirin û dostanîyê hîn bibin.

Ella Bella Bîngo, dê bi beşên xwe yên mişt surprîz li ser ekranên me be.

Malbata Crackê
Malbata Crackê

Amade bin!

Crackê û çûçikên xwe, li ser ekranên Zarok TVyê cihê xwe digirin!

Di her beşekê da serpêhatîyeka nû…

Di van serpêhatîyan da aksîyon, lebat û tevger bi dawî nabe û hertim ken û şahî bi ser dikeve.

Dr. Kontraptus
Dr. Kontraptus

Dahênerê herî ecêb yê dinyayê Doktor Kontraptûs tê pêşberî we!

Doktorê me, her roj îcadên nû û pir balkêş çêdike.

Alîkarê wî yê xewar lê têra xwe şîrîn Basîl jî pêwîst e ku van îcadan biceribîne.

Di van serpêhatîyan da kêf û xisarokîyeka zêde li benda we ne.

Cinawirên Matematîkê
Cinawirên Matematîkê

Matematîkê ti caran kêfeka ewqasî mezin nedabû!

Em dê bi hevalên xwe yên cinawir ra hînî matematîkê bibin.

Bi her wezîfeya wan ya nû,

em dê jî hem kêfê bikin hem jî têkevin nava dinyaya matematîkê.

Bajarê Kaxezî
Bajarê Kaxezî

Bajarekî xeyal bikin ku her tiştê wî ji kaxezan hatîye çêkirin.

Li vê derê sînorê afirînerîyê tune ye!

Bibire, bipêçe, bi hev bizeliqîne û xeyalên xwe pêk bîne!

Li “Bajarê Kaxezî” her tişt pêkan e!

Dinyaya Rojînê
Dinyaya Rojînê

Li dinyaya ecêb û rengîn ya Rojînê her tişt mimkin e.

Hemû tiştên ku hûn dizanin serûbin dibin, asta kêfê hildifire!

Serpêhatîyên Rojînê yên wekî xewnan dê her kesî bibehitînin û bikenînin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Lloydê Mêş
Lloydê Mêş

Em vê carê dibin şahidê mêşê ciwan Lloydê ku hewl dide ku di cîhana kêzikan da sax bimîne û mezin bibe.

Lloydê xisarok û bimeraq, bi hevalên xwe Abacus û PB ra, her roj dikeve nava bûyereka nû.

Ev xêzefîlmê mişt ken û kêf û serpêhatî, temaşevanan dibe cîhaneka bi mezinîya kêzikan.

Silav Duggee
Silav Duggee

Hûn ji bo serpêhatîyên kûçikê şîrîn Duggee û hevalên wî yên biçûk amade ne?

Em dê li Kluba Simoreyan, her beşê çalakîyeka nû kifş bikin û kêfeka mezin bikin! Ev cîhana rengîn ku tijî xebata bi tîmî, hevaltî û xeyelan e her gav tijî surprîz e.

Ka werin em bi hev ra vê cîhanê kifş bikin û xelatên newaze yên Dugge bi dest bixin!

Rengblok
Rengblok

Em tev li cîhana şahî û rengan bibin? Blokên rengîn, Derîyê serpêhatîyên fantastîk vedikin!

Lehengên me, her beş bi lîstikên xweş dilîzin, bi blokan ra dansê dikin û projeyên afirîner çêdikin. Li vê cîhana ku reng dansê dikin, xeyalên xwe serbest bihêlin û kêfeka mezin bikin!

Hûn amade ne? Ji ber ku li vê derê her tişt rengîn e, her tişt bikêf e!

Balindeyên Hêrsok
Balindeyên Hêrsok

Yek ji lîstikên ku di dîrokê da herî zêde jê hatîye hezkirin “Balindeyên Hêrsok”, vê carê bi hemû karakterên xwe û serpêhatîyên xwe bi xêzefîlmî di televîzyona me da tê pêşberî we!

Lehengên me yên balinde, li dijî Piggyyên ku demeka dirêj hikum li vê cîhana tijî surprîz dikin, têkoşîna xwe dikin.

Werin em bi hev ra temaşe bikin!

Şînok (3D)
Şînok (3D)

Şînokên ku her kes ji wan hez dike, bi serpêhatîyên nû û kêf û şahîya xwe vedigerin! Hûn amade ne ku vegerin Gundê Şînokan? Vê sezonê Bavşînok, Şînokê, Şînokê Xisarok û hemû karakterên dîtir, di her beşê da bi serpêahatîyên efsûnî û komîk dê werin pêşberî me.

Herweha, planên Gargamelî êdî konetir in û şînok êdî ji berê jîrtir in! Di sezona nû da cihên razbar yên hêjayî kifşkirinê û kêlîyên bêhempa li benda me ne. Amade bin, hûn dê di cîhana şînokan ya bisêr da winda bibin!

Seg ji Pirtûkan Hez Dike
Seg ji Pirtûkan Hez Dike

Hûn amade ne ku segekî nas bikin ku gava xwe diavêje nava cîhana pirtûkan?

“Seg ji Pirtûkan Hez Dike”, çîroka segekê şîrîn dibêje ku pir ji pirtûkan û kifşkirinê hez dike û di her rûpelî da dest bi serpêhatîyeka nû dike!

Di vî xêzefîlmê xweş da lehengê me, dikanekê vedike ku tijî pirtûkên xweş in û di nava her pirtûkê da dest bi rêwîtîyeka biheyecan dike.

Ew, carinan kaşifekê wêrek carinan astronotekê kûrahîya fezayê ye!

Jojo & Dapîr
Jojo & Dapîr

Bi Jojo & Dapîrê ra, ji bo serpêhatîyan amade bin! Jojo her dem bi meraq û heyecan e û bi Dapîra xwe ra derdikeve kifşê!

Bi hev ra bi lîstikan dilîzin û tiştên nû hîn dibin. Di her beşa vî xêzefîlmî da çîrokeka xweş û dostanîyeka jidil heye.

Li vê cîhana rengîn ku tijî zanatîya Dapîrê û xeyalên Jojo ye, her roj macerayeka nû li hêvîya we ye! Amade bin, kêf û şahî li ber derî ye!

Hevalên Kuçeya Kuncî
Hevalên Kuçeya Kuncî

Hûn bi xêr hatin Kuçeya Kuncî; li vir, kûkla, di derbarê jîyanê de gelek tiştên balkêş hînî me dikin!

Vir, kuçeyeke wisa ye ku cinawirekî super-leheng, perîyeke bimeraq a sê salî û cinawirekî ji kulîçeyan hez dike digihîjin hev da ku hînbûnê bi me xweştir bikin.

Ji bo ken, dersan, tibabek henek û stranên bicoş amade bin!

Heidi
Heidi

Keçika swîsrî Heidi ji jîyana li serê çîyê hez dike û yekser hevalan çê dike.

Xortekî bi navê Peter heye ku her roj diçe ber kerîyê bizinan. Peter li cem Dapîra xwe dimîne, mala wan hinekî li jêra çîyê ye lê ne zêde dûrî gund e.

Kêfa Heidi’yê tê ku serdana Dapîra Peter bike û bi Peter re bilîze. Heidi, sembola rastî û qencîyê ye.

Çîrokeke bicoş e û tijî serpêhatî ye!

Aferîdeyên Pir Biçûk
Aferîdeyên Pir Biçûk

Xêzefîlmekî nû yê pênc aferîdeyên biçûk û bimeraq e ku gava kes tune be bi kêfeke mezin meydana lîstikê ya zarokekî kifş dikin.

Pembe, Şîn, Porteqalî, Zer û Kesk her beşê derdora xwe kifş dikin û bi saya lîstikan xwe, hevalên xwe û cîhana derdora nas dikin.

Mijara her beşekê li ser alîyekî jîyana wan zarokan e ku nû dest bi meşê dikin;
dixwazin hevaltîyê, empatîyê û xebata bi hev re fêr bibin û cudatîyên hev fam bikin.

Kîvroşkên Wêrek
Kîvroşkên Wêrek

Xwe amade bikin, hûn dê kîvroşkên herî wêrek ên Welatê-Kîvroşkan nas bikin!

Ev serpêhatîperestên bipirç û bêtirs; bilezûbez û bi wêrekîya lehengan tevdigerin!