Kategorî: Bername

Navdarên Kurdan
Navdarên Kurdan

Kerem bikin hevalino; navdarên Kurdan û pêşengên çand, huner û wêjeya Kurdan nas bikin.

Hûn dê di vê bernameyê de bi navdarên xwe re hevnasîneka ji dil û germ pêk bînin.

De hevalino; pêşengên me li benda me ne. Ji me ra çend gotin û şîretên wan hene.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Mala Firaz û Şengê
Mala Firaz û Şengê

Aniha jî dor dora hînbûna zimanê me ye! Firaz û Şengê ji bo vê mazûvanîya me dikin.

Em dê li Mala Firaz û Şengê bilîzin, stranan bibêjin, kêfê bikin û bi hev ra zimanê xwe hîn bibin.

Zû werin! Hevalên me li benda me ne!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Dora Te – Sezona 5
Dora Te – Sezona 5

Me got: “Zarok TV ya me ye, Zarok TV mala me ye!”, nexwe divê deng û rengê me temaşevanan jî di vê malê da hebe, ne wisa?!

Û niha jîîî Dora Me ye!

Bernameya deng û rengê me, “Dora Te” îsal jî ji Zarok TVyê kêm nabe.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Rojeka Jîyar
Rojeka Jîyar

Hûn ji gerê hez dikin? Erêê çawa! Ma kî jê hez nake?! Hevalê me Jîyar rahiştîye kameraya Zarok TVyê û li welatî digere.

Li her derê çîrokek û macerayeka nû heye.

Rojeka Jîyar” bi cih û warên curbicur bi me ra ye.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Lîstik û Kolan
Lîstik û Kolan

Ma bê lîstik dibe?! Naa, ew ne mimkin e!

Her wekî ku hûn jî dizanin ji bo lîstinê cihê herî xweş derveyê malê, kuçe û kolan in!

Bernameya “Lîstik û Kolan” di her beşekê da bi lîstikeka nû û newaze me derdixe kolanan. Jê nemînin!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Bikişîne&Bişîne (S6)
Bikişîne&Bişîne (S6)

Em dikişînin û dişînin, Zarok TV diweşîne!

Stranên me, henekên me, lîstikên me û peyamên me digihîjin dinyayê..

Bikişîne Bişîne” bi formata xwe ya nû li benda vîdeoyên me ye.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Kî Dizane?
Kî Dizane?

Zimanê zirafeyan çend santîm e? Zebeşê herî giran çend kîlo ye? Li laşê mirovan da çend kîlo xwîn heye?

Di pêşbirka “Kî Dizane” da, pirsên ecêb û bersivên ji wan ecêbtir hene.

Em dê bersivan bidin, bikenin û agahîyên pir balkêş hîn bibin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser vê lînkê temaşe bikin!

Segê Newaze Waffle
Segê Newaze Waffle

Binêrin! Navê vî hevalê me Waffle e.

Ew segekê meraqdar, şîrîn û enerjîk e.

Di her beşa vî rêzefîlmî da surprîzên nû, rewşên komîk û serpêhatîyên tijî ken li benda me ne.

Segê Newaze Waffle, tê pêşberî me!

Li Gel Will Xêz Bike!
Li Gel Will Xêz Bike!

Qelem û kaxezan amade bikin! Êdî her kes dikare resiman xêz bike.

We got çawa?! Hevalê me Will hemû hûrgilîyên xêzkirinê dê nîşanî me bide.

Di vê bernameyê da bi xêzên hêsan resimên newaze çêdibin.

Werin hûn jî li gel Will xêz bikin!

Şor û Şeng
Şor û Şeng

Du hevalên têra xwe şên. Nikarin li cihê xwe bisekinin. Her tişt ji bo wan lîstik e.

Bersivên wan her gav amade ne û ew gelekî şîrîn in.

Şor û Şeng mîzahê, çandê û cîhanê bi dîtina xwe ji nû ve şirove dikin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Ajansa Zarokan
Ajansa Zarokan

Ka werin ber ekranê! Ajansa Zarokan bi taybetî ji bo zarokan hat amadekirin û bûyeran bi awayekê bikêf pêşkêş dike. Ev bername ji bo wan kesan hatîye amadekirin ku dixwazin tiştên nû hîn bibin.

Ajansa Zarokan, bi naverokeka mişt bikêf li pêşberî we ye! Nûçegihanên me dê di her beşê da we bikenînin û bibehitînin!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Kêf Kêfa Min e (S4)
Kêf Kêfa Min e (S4)

Em bi sezoneke nû (Sezona 4) ya bernameya xwe vedigerin! Bernameyeka tijî bazdan, hêcan û coş!

Qewsikanê, Zembîlanê, Nehberk û Goggerok..

Em bi hev re bi hemû lîstikên xweş dilîzin!

Em bi hev re stranên xweş dibêjin. Çerx ji bo “Kêf Kêfa Min e” dizivire!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Bikişîne&Bişîne (S5)
Bikişîne&Bişîne (S5)

Bikişîne&Bişîne, bi sezoneke nû (S5) dîsa bi we re ye!

Em dikarin her tiştî bikin.. Em bi lîstikan dilîzin, govendê digirin, ji ajelan hez dikin.

Car caran jî şûmitîyên/mizawirîyên biçûk dikin. Dîmenên me yên şîrîn, bi saya “bikişîne bişîne”yê tên ser ekranê.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Dora Te – Sezona 4
Dora Te – Sezona 4

Em bi sezoneke nû (Sezona 4) dîsa bi we re ne!

Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.

De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine. Dibe ku dor were ser we jî!

Hûn dikarin beşên ji Sezona 4’ê li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Makîneyên Graceê yên Newaze
Makîneyên Graceê yên Newaze

Gracea ajokar ya ku li dinyayê tê nasîn, ji bo bînerên pêşdibistanê gelek makîneyên herî mezin, herî bilez û herî newaze hem dide nasîn hem li ser palgeha her yekê ji wan rûdine.

Di her beşê da ajotineka mişt biheyecan û serpêhatî heye, werin em bi hev ra temaşe bikin!

Makîneyên Catieyê yên Newaze
Makîneyên Catieyê yên Newaze

Catieya enerjîk, her beşê makîneyên newaze bi me dide nasîn û kifşan dike. Di vê rêwîtîya tijî makîne da, Catie û hevalên xwe heyecana endazyarî û afirînerîyê dijîn!

Her tecribe, ji bo hînbûnê tê maneya firsendeka nû û gelek tîqetîq.

De werin, em bi makîneyên Catieyê yên newaze ra dest bi serpêhatîyeka bikêf bikin!

Gulokê
Gulokê

Hevalino, hûn amade ne ku;

Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û lîstikên nû hîn bibin? Gulokê tê!

Em dê bi Gulokê re bi veşartokê û tepa min li te, bi xaran û canan bilîzin.

Em dê hem bilîzin hem hîn bibin. Gulokê dest pê dike!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Çawa çê bû?
Çawa çê bû?

Zanyar û Sêrbaz;

di her beşê de berê xwe didin ceribandinên mişt-zanistî û serpêhatîyên nû.

Eger hûn meraq dikin ku zanist çi ye û tişt “Çawa Çê Bû”ne;

vê gavê ev bername bernameya we ye!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Amûrjen
Amûrjen

Em bi bernameyeke nû tên pêşberî we; Amûrjen!

Her beşê, zarokek dibe mêvanê studyoya me, amûrekê bi me dide naskirin,
behsa wê dike û pişte bi wê amûrê ji me re stranekê dibêje.

Me kêfeke mezin jê kir, ka em binêrin bê kêfa we jê jî re tê!

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!

Arîn û Beybûn
Arîn û Beybûn

Hûn bi xêr hatin “Arîn û Beybûn” ku em li ser rêya ber bi Zena Hundirîn ve ditewin,
vedizilin û fîqefîqê dikin.

Werin, hûn jî bikêf û bi fîqefîqeke ku dem û fezayê ditewîne,
beşdarî van yogîyên biçûk bibin ku hiş û bedenên xwe kifş dikin.

Hûn dikarin beşên ku hatine weşandin li ser kanala me ya Youtubeê temaşe bikin!