Broadcast Schedule

Zarok TV
  • Zarok TV
Image Time Programme
06:00

Hevalên Kuçeya Kuncî

Hûn bi xêr hatin Kuçeya Kuncî; li vir, kûkla, di derbarê jîyanê de gelek tiştên balkêş hînî me dikin!

Vir, kuçeyeke wisa ye ku cinawirekî super-leheng, perîyeke bimeraq a sê salî û cinawirekî ji kulîçeyan hez dike digihîjin hev da ku hînbûnê bi me xweştir bikin.

Ji bo ken, dersan, tibabek henek û stranên bicoş amade bin!

06:15

Dora Te (Sezona 3)

Em bi sezoneke nû dîsa bi we re ne! Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.

De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine. Dibe ku dor were ser we jî!

06:45

Kîvroşkên Wêrek

Xwe amade bikin, hûn dê kîvroşkên herî wêrek ên Welatê-Kîvroşkan nas bikin!

Ev serpêhatîperestên bipirç û bêtirs; bilezûbez û bi wêrekîya lehengan tevdigerin!

07:00

Kêf Kêfa Min e (Sezona 3)

Em bi sezoneke nû ya bernameya xwe vedigerin! Bernayeke tijî bazdan, hêcan û coş! Qewsikanê, Zembîlanê, Nehberk û Goggerok..

Em bi hev re bi hemû lîstikên xweş dilîzin! Em bi hev re stranên xweş dibêjin. Çerx ji bo “Kêf Kêfa Min e” dizivire!

07:15

Aferîdeyên Pir Biçûk

Xêzefîlmekî nû yê pênc aferîdeyên biçûk û bimeraq e ku gava kes tune be bi kêfeke mezin meydana lîstikê ya zarokekî kifş dikin.

Pembe, Şîn, Porteqalî, Zer û Kesk her beşê derdora xwe kifş dikin û bi saya lîstikan xwe, hevalên xwe û cîhana derdora nas dikin.

Mijara her beşekê li ser alîyekî jîyana wan zarokan e ku nû dest bi meşê dikin;
dixwazin hevaltîyê, empatîyê û xebata bi hev re fêr bibin û cudatîyên hev fam bikin.

07:45

Carek Ji Caran

Carek ji caran… Çîrokên cûr be cûr, çîrokên bi her rengî..

07:55

Heidi

Keçika swîsrî Heidi ji jîyana li serê çîyê hez dike û yekser hevalan çê dike.

Xortekî bi navê Peter heye ku her roj diçe ber kerîyê bizinan. Peter li cem Dapîra xwe dimîne, mala wan hinekî li jêra çîyê ye lê ne zêde dûrî gund e.

Kêfa Heidi’yê tê ku serdana Dapîra Peter bike û bi Peter re bilîze. Heidi, sembola rastî û qencîyê ye. Çîrokeke bicoş e û tijî serpêhatî ye!

08:05

Arîn û Beybûn

Hûn bi xêr hatin “Arîn û Beybûn” ku em li ser rêya ber bi Zena Hundirîn ve ditewin, vedizilin û fîqefîqê dikin.

Werin, hûn jî bikêf û bi fîqefîqeke ku dem û fezayê ditewîne,
beşdarî van yogîyên biçûk bibin ku hiş û bedenên xwe kifş dikin.

08:35

Gergerok

Kewê, Wisar, Xoser, Pişo..

Ew dê her hefte ji bo macerayeke nû rêwîtîyê bikin.

Li deşt û çîyayan, li gund û bajarên dîrokî em dê bi hev re bigerin.

08:50

Bikişîne&Bişîne (Sezona 4)

Em dikarin her tiştî bikin. Em bi lîstikan dilîzin, govendê digirin, ji ajelan hez dikin.

Car caran jî şûmitîyên/mizawirîyên biçûk dikin. Dîmenên me yên şîrîn, bi saya “bikişîne bişîne”yê tên ser ekranê.

09:10

Caillou

Caillou bi rêberîya dê û bavê xwe li derdora xwe dinêre, keşf dike û fêr dibe.

Caillou bi hevalên xwe re hest dike, xeyal dike û saz dike.

Caillou li ser ekranên Zarok TV’yê serborîyên xwe par ve dike.

09:25

Agahîyên Rengîn

Agahîyên rengîn..

09:40

Teletabî

Serê her sibehê Roj hiltê û Teletabîyên me şîyar dibin.

Tinky Winky, Dipsy, Laa-Laa û Po her sibeh silavê didin me.

Em dê her sibeh di Zarok TV’yê de bi teletabîyan re dansê bikin.

10:05

Morf

Erê Morfê me biçûk e lê serborîya wî mezin e.

Û bêguman ne bi tenê ye, Morf û nas û dostên xwe, tev li malbata Zarok TV’yê dibin.

10:20

Bobelatên Xwezayê

Bobelatên Xwezayê..

10:40

Masha û Hirço

Maşa, bi nerehetiyên xwe dev ji Hirço bernade.

Hirço jî ji ber ku gelek ji Maşa hez dike, ji bo wê kêfxweş bike her tiştî dike.

10:50

Dema Kurmancîyê (Sezona 2)

Hevalên me Ronî û Sarya her hefte tiştekî nû hîn dibin.

Werin em jî bidin pey wan. Dema Kurmancîyê li benda we ye.

11:05

Ejdeha Digby

Digbyê ciwan ejdehayek e, ew û hevalên xwe ji bo serpêhatiyan daristaneke nû kifş dikin. Her gava ku li aloziyekê rast tên alîkariya hev dikin. Ejdeha, ferîte û cinek.

Û wekî din simoreyek heye. Ev heval û hogirên daristanê, ji bo ku tiştên nû kifş bikin bêsebir in.

11:15

Celo û Darkutok

Va ye li hemberî we qehremanêkî nû; Celooooo!

Celoyê me difire, aqrobatiyê dike, aşvan e, şanoger e û carina jî astronot e!

Lê Celo, her ku tev dide, xirabtir dibe.

11:45

Çawa Çê Bû?

Zanyar û Sêrbaz; di her beşê de berê xwe didin ceribandinên mişt-zanistî û serpêhatîyên nû.

Eger hûn meraq dikin ku zanist çi ye û tişt “Çawa Çê Bû”ne; vê gavê ev bername bernameya we ye!

12:20

Amûrjen

Em bi bernameyeke nû tên pêşberî we; Amûrjen!

Her beşê, zarokek dibe mêvanê studyoya me, amûrekê bi me dide naskirin,
behsa wê dike û pişte bi wê amûrê ji me re stranekê dibêje.

Me kêfeke mezin jê kir, ka em binêrin bê kêfa we jê jî re tê!

13:10

Ew Kî Ye/Ew Çi Ye

Gelo hûn efsaneya Newrozê dizanin? Baş e, Ehmedê Xanî kî ye?
Yan jî serê salê ji bo me tê çi wateyê? Haydê, em tev bi hev re hîn bibin!

13:45

Kêf Kêfa Min e (Sezona 3)

Em bi sezoneke nû ya bernameya xwe vedigerin! Bernayeke tijî bazdan, hêcan û coş! Qewsikanê, Zembîlanê, Nehberk û Goggerok..

Em bi hev re bi hemû lîstikên xweş dilîzin! Em bi hev re stranên xweş dibêjin. Çerx ji bo “Kêf Kêfa Min e” dizivire!

14:00

Hejmarblok

Matematîk, tu carî ew qas bi kêf nebûbû…

Hejmar, ew qas jî ne tirsnak in…Hadê, em bi hev re hejmaran hîn bibin…

14:15

Agahîyên Rengîn

Agahîyên rengîn..

14:35

Bi Timmy Re Wexta Fêrbûnê

Tîmmy û hevalên xwe bi hev re dixebitin û yek bi yek astengiyan derbas dikin.

Di tevahiya beşan de em dibînin ku divê Tîmmy û hevalên xwe parvekirin, hevaltî û çewtiyên xwe hîn dibin.

14:50

Bikişîne&Bişîne (Sezona 4)

Em dikarin her tiştî bikin. Em bi lîstikan dilîzin, govendê digirin, ji ajelan hez dikin.

Car caran jî şûmitîyên/mizawirîyên biçûk dikin. Dîmenên me yên şîrîn, bi saya “bikişîne bişîne”yê tên ser ekranê.

15:05

Shaûnê Kavir

Shaunê Kavir, me hemûyan dixwaze mal û çewlika xwe. Shaun ku kavirekî jîr û ji adetê der e, tevî hevalên xwe li çewlikeke biçûk dimîne.

Di her xelekeke fîlm de ew dikin ku jiyana xwe ya nexweş û adetî şên û xweş bikin, lê dawiyê wekî reveke xweş û bikêf lê tê.

Bi kurt û kurmancî kêfûşahî û teşqele qet naqedin li mal û çewlika Shaunê me.

15:35

Heidi

Keçika swîsrî Heidi ji jîyana li serê çîyê hez dike û yekser hevalan çê dike.

Xortekî bi navê Peter heye ku her roj diçe ber kerîyê bizinan. Peter li cem Dapîra xwe dimîne, mala wan hinekî li jêra çîyê ye lê ne zêde dûrî gund e.

Kêfa Heidi’yê tê ku serdana Dapîra Peter bike û bi Peter re bilîze. Heidi, sembola rastî û qencîyê ye. Çîrokeke bicoş e û tijî serpêhatî ye!

15:50

Bobelatên Xwezayê

Bobelatên Xwezayê…

16:05

Hevalên Kuçeya Kuncî

Hûn bi xêr hatin Kuçeya Kuncî; li vir, kûkla, di derbarê jîyanê de gelek tiştên balkêş hînî me dikin!

Vir, kuçeyeke wisa ye ku cinawirekî super-leheng, perîyeke bimeraq a sê salî û cinawirekî ji kulîçeyan hez dike digihîjin hev da ku hînbûnê bi me xweştir bikin.

Ji bo ken, dersan, tibabek henek û stranên bicoş amade bin!

16:20

Dora Te (Sezona 3)

Em bi sezoneke nû dîsa bi we re ne! Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.

De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine. Dibe ku dor were ser we jî!

16:30

Kîvroşkên Wêrek

Xwe amade bikin, hûn dê kîvroşkên herî wêrek ên Welatê-Kîvroşkan nas bikin!

Ev serpêhatîperestên bipirç û bêtirs; bilezûbez û bi wêrekîya lehengan tevdigerin!

16:45

Gulokê

Hevalino, hûn amade ne ku; Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û lîstikên nû hîn bibin? Gulokê tê!

Em dê bi Gulokê re bi veşartokê û tepa min li te, bi xaran û canan bilîzin. Em dê hem bilîzin hem hîn bibin. Gulokê dest pê dike!

16:55

Aferîdeyên Pir Biçûk

Xêzefîlmekî nû yê pênc aferîdeyên biçûk û bimeraq e ku gava kes tune be bi kêfeke mezin meydana lîstikê ya zarokekî kifş dikin.

Pembe, Şîn, Porteqalî, Zer û Kesk her beşê derdora xwe kifş dikin û bi saya lîstikan xwe, hevalên xwe û cîhana derdora nas dikin.

Mijara her beşekê li ser alîyekî jîyana wan zarokan e ku nû dest bi meşê dikin;
dixwazin hevaltîyê, empatîyê û xebata bi hev re fêr bibin û cudatîyên hev fam bikin.

17:25

Celo û Darkûtok

Va ye li hemberî we qehremanêkî nû; Celooooo!

Celoyê me difire, aqrobatiyê dike, aşvan e, şanoger e û carina jî astronot e!

Lê Celo, her ku tev dide, xirabtir dibe.

17:35

Fîksîyona Zanistî

Ku dinya gilover be, nexwe em çawa dikarin li ser lingan bimînin?

Di du deqeyan de em dikarin gelek tiştan li ser gerdûnê hîn bibin.

18:05

Mûnkî û Trûnk

Mûnkî û Trûnk pîya weşîya daristanêko tede ciwîyenê keşf kenê.. Heme çîyî pîya kenê û zaf kefyweş benê. Na raywanîye de ma zî eşkenê embazîya înan bikerê.

18:35

Mejiyê Qerisî

Li gorî we, tav ew ê kengî dev ji ronahiya xwe berde? Baş e, stêrk çima ew qas dibiriqin?

Û hîn gelek pirsên din hene, ne? Em dikarin bersivên van pirsan di Mejiyê Qerisî de bibînin…

18:50

Gergerok

Kewê, Wisar, Xoser, Pişo…

Ew dê her hefte ji bo macerayeke nû rêwîtîyê bikin.

Li deşt û çîyayan, li gund û bajarên dîrokî em dê bi hev re bigerin.

19:05

Amûrjen

Em bi bernameyeke nû tên pêşberî we; Amûrjen!

Her beşê, zarokek dibe mêvanê studyoya me, amûrekê bi me dide naskirin,
behsa wê dike û pişte bi wê amûrê ji me re stranekê dibêje.

Me kêfeke mezin jê kir, ka em binêrin bê kêfa we jê jî re tê!

19:20

Wussywat

Ev jî hevala me ya nû Wussywat e… Jê re nebêjin, lê pisîkeke gelek xesarok e!

Hadê em jî hevaltiya wan bikin û beşdarî serboriyên wan bibin!

19:30

Gulokê

Hevalino, hûn amade ne ku; Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û lîstikên nû hîn bibin? Gulokê tê!

Em dê bi Gulokê re bi veşartokê û tepa min li te, bi xaran û canan bilîzin. Em dê hem bilîzin hem hîn bibin. Gulokê dest pê dike!

20:00

Dema Kurmancîyê (Sezona 2)

Hevalên me Ronî û Sarya her hefte tiştekî nû hîn dibin.

Werin em jî bidin pey wan. Dema Kurmancîyê li benda we ye.

20:25

Shaûnê Kavir

Shaunê Kavir, me hemûyan dixwaze mal û çewlika xwe. Shaun ku kavirekî jîr û ji adetê der e, tevî hevalên xwe li çewlikeke biçûk dimîne.

Di her xelekeke fîlm de ew dikin ku jiyana xwe ya nexweş û adetî şên û xweş bikin, lê dawiyê wekî reveke xweş û bikêf lê tê.

Bi kurt û kurmancî kêfûşahî û teşqele qet naqedin li mal û çewlika Shaunê me.

20:40

Carek Ji Caran

Carek ji caran… Çîrokên cûr be cûr, çîrokên bi her rengî..

20:55

Dema Kurtefîlman

Dema Kurtefîlman.. Kûrtefîlmên rengîn, çîrokên xweş..

22:30

Çîrok

Di her beşê de çîrokek..